%45 a gaza Sûriyê di bin kontrola HSDê de ye
Piraniya zeviyên petrolê, ji destê hikûmeta Sûriyê hatine derxistin û beşê herî berfireh ji zeviyên petrol û gazê di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye.
Amerîka weke ku dibêje nêzîkî 500 leşkerên xwe li wan navçeyan hiştine ji bo parastina bîrên petrolê.
Li ser asta Sûriyê yedeka petrolî nêzîkî 0.18 ji yedeka cîhanê ye. Berî 2011an, rojane nêzîkî 300 hezar bermîl petrol li Sûriyê dihate berhemanîn. Di dema salên krîzê de, ew berhem dakete nêzîkî 40 hezar bermîlê.
Ji sala 2017an ve, hemû zeviyên Rojhilatê Ferat û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ketine destên HSDê û Rêveberiya Xweser.
Li Dêre Zorê:
Berhema zeviyan rojane, nêzîkî 400 hezar bermîlê ye. Zeviya Elomer, ku mezintirîn zevî ye, 80 hezar bermîl petrol berhem tanî. Ji Cotmeha 2017an ve, ji destê DAIŞê hate derxistin û kete destê HSDê. Zeviya Eltenek jî ketiye destê HSDê û piştî Zeviya Elomer, di pileya duyem de ye. Ew jî rojane, 40 hezar bermîl petrol, ji 150 bîrên petrolê berhem tîne. Lê niha berhema wê rojane, di navbera 5-10 hezar bermîlan de ye. Berhema giştî ya zeviyên Konîko, Eltenek û Elomer rojane, 140 hezar heta 150 hezar bermîlên petrolê ye.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê pêgeha Oil Price a Amerîkî ve hatine ragihandin: “Sûda wan zeviyên ku HSDê ji destê DAIŞê derxistine û kontrol kirine, digihêje mehane, nêzîkî 10 milyon dolarî, bi firotina her yek bermîla petrolê, bi nirxê 30 dolarî.
Li Hesekê:
Berhema zeviyên Hesekê, rojane, nêzîkî 150 hezar bermîl petrol e. Zeviyên Siwêdiyê, rojane 116 hezar bermîl petrol berhem tînin û nêzîkî 25 bîrên xazê lê hene. Zeviyên Rimêlan, rojane 90 hezar bermîl petrol berhem tînin û nêzîkî 1 hezar û 322 bîr lê hene. Zeviya gazê ya Rimêlan jî, rojane, 2 milyon metre sêgoşe berhem tîne. Zeviyên Şedadê, Cibisa û Holê, rojane nêzîkî 30 hezar bermîl berhem tînin. Zeviya gazê ya Cibisa, rojane 1 milyon û 600 hezar metre sêgoşe berhem tîne. Zeviyên Yûsifiyê, rojane 1 hezar û 200 bermîlan berhem tîne.
Herwiha Zeviyên Mergeda û Tişrîn li gundewarê rojavayê Hesekê hene.
Piraniya zeviyên petrol û gazê dikevine navçeyên Dêre Zor û Hesekê, ku li jêr destên HSDê û Rêveberiya Xweser in.
Li gorî zanyariyan, nêzîkî %90 ji dahata petrolê û %45 ji dahata gaza Sûriyê di destê HSDê de ye.
Rudaw
