Dîplomatê Amerîkî: Li Iraq û çend navçeyek din dê bi milyonan kes ber korona bikevin
Balyozê berê yê Amerîkayê li Behrênê Adam Ereli di tora xwe ya civakî twitterê de rexne li wan kesan kir ku dibêjin New York nikare tekoşînê li gel vîrusa korona bike.
Adam Erelî aşkera kir, li bendê bin, bi milyonan kes dê li Iraq, Lubnan, Sûriye, Yemen, Xeta Xeza ya Filîstînê û Kenyayê ber vîrusa korona bikevin.
Dîplomatê Amerîkî ragehand, ji ber xelk li wan navçeyane pir nêzîk hev jiyan dikin û çavdêriya tenduristiyê di rewşa herî xirab de ye, ew navçeyane wek bombeyên demkî ku hatine danîn ji bo bi milyonan kesan li wan navçeyane ye ku dê ber vîrusa korona bikevin.
ڵاشسیپصس
