Yekemîn berpirsê Amerîkayê bi koronayê jiyana xwe ji dest da
Mike Pompeo navê wî berpirsî û herwiha posta wî aşkere nekiriye.
Ew yekemîn berpirsê Amerîkayê ye, ku bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest daye.
Pêştir Wezareta Berevaniya Amerîkayê (pentagon) jî ragihandiye, karmendekî Pentagonê ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gor amarên fermî yên hikûmeta Amerîkayê, heta niha 4 hezar û 55 kes ji tûşbûyên koronayê li wî welatî jiyana xwe ji dest dane û tê texmînkirin, ku di du heftiyên bihê de hejmara tûşbûn û mirinên bi sedema vê vîrusê li Amerîkayê gelek zêde bibe.
Derbarê egera bilindbûna rêjeya tûşbûyên koronayê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump jî huişyarî daye û daxwaz ji xelkê welatê xwe kiriye, ku xwe ji wê yekê re amade bikin.
Trump herwiha destnîşan kiriye, eger pêwîst bike ew dê tedbîrên ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê zêdetir û tundtir bikin.
Rudaw
