Boriya gazê ya navbera Tirkiye-Îranê teqiya
Îro Sêşemê demjimêr 5:00ê sere sibehê li nêzîkê Deriyê Sînor ê Gurbulak li bajarokê Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, teqînek di boriya veguehstina gaza xwezayî ya Tirkiye-Îranê de çêbû. Ji ber teqînê agir derket û veguhestina gaza xwezayî di wê boriyê re hat rawestandin.
Heta niha sedema teqînê nehatiye eşkerekirin û li navçeyên tedbîrên ewlekariyê yên tund hatine wergirtin. Şahidhalên bûyerê dibêjin, 2 teqîn çêbûne, teqîna yekem demjimêr 5 û ya duyem jî demjimêr 5:30 deqîqe çêbûye. Ji ber teqînê zerareke kêm gihiştiye hinek barhilgiran û şofêrên barhilgiran jî otomobîlên xwe bicîh hiştine û ji cihê bûyerê dûr ketine.
Berpirsê Fermangeha Gaza Xwezayî ya Bajarê Maku Resûl Nûr Neseb piştrast kiriye ku boriya veguhestina gaza xwezayî ya Îran-Tirkiyê li nêzîkê Deriyê Sînor ê Bazirgan li aliyê Bakurê Kurdistanê teqiya ye.
Li gor Nûr Neseb, ti bandoreke bûyerê li dabînkirina gaze bo xelkê Maku û akinciyên navçeyên sînorî yên parêzgeha Urmiyê nabe û gaza wan navçeyan nayê qutkirin.
Rudaw
