Li Duhokê 2 nexweşxaneyên taybet bi Koronayê tên avakirin
Ew nexweşxane roja Yekşemê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê û xwediyê kompaniya Kavîn Group hate vekirin.
Parêzgar Duhokê Ferhad Etrûşî di merasima vekirina nexweşxaneyê de ji Rûdawê ree axivî û ragihand, bîrokeya vekirina wê nexweşxaneyê ya xwediyê Kavîn Group bû û li ser destpêşxeriya wî ev nexweşxane hatiye amadekirin.
Ferhad Etrûşî herwiha bal kişande ser wê yekê ku wan hemû amadekarî ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê kirine.
Serpireştê projeyê, Kameran Ebdullah jî ragihand: “Ew sîstema mekanîkî ya wan daxwaz kiribû, ku di her odeyekê de du palêve û hewaguherkek hebin, me ew danîne û hemû jî li Duhokê hebûn. Germa û serma ji bo hemû odeyan hatine dabînkirin, herwiha telefon, televîzyon û internet jî lê heye.”
Nexweşxane dikare 45 tûşbûyên Koronayê yên li sînorê parêzgeha Duhokê werbigire.
Li Duhokê projeya avakirina nexweşxaneyeke din jî ketiye ware cîbicîkirinê. Ew nexweşxaneya100 textî, dema 9 rojan e ku dest bi avakirina wê hatiye kirin û her 24 demjimêran jî karkirin di projeyê de berdewam e.
Biryar e ew nexweşxaneya nû di nava 45 rojan de tevî hemû pêdawîstiyên pizîşkî yên lazim were avakirin.
Rêveberê Avedankirinê li parêzgeha Duhokê, Nizar Temer ji Rûdawê re ragihand: “Niha ji bo Koronayê tê çêkirin, hemû taybetmendî dê têde hebin û piştî Koronayê jî dê sûd jê bihê wergirtin.”
Berpirsê Xweparastinê li Nexweşxaneya Koronayê li Duhokê, Dr. Beyrem Dawûd jî dibêje: “Em spasiya piştevaniya xelkê û xêrxwazan dikin ku du nexweşxaneyan ji me re çê dikin.”
Herwiha li Duhokê 20 hotêl, motel û komelgehên geştyariyê ji aliyê xwediyên wan ve radestî Rêveberiya Tendirustiya parêzgehê hatine kirin, daku ji bo kerentînekirina nexweşên Koronayê sûd ji wan cihan bihê wergirtin.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha 9 haletên tûşbûna bi vîrusa COVID-19 li wê parêzgehê hatine tomarkirin.
Herwiha ji ber ku haleteke tûşbûnê li Komelgeha Qedşê ya ser bi qezaya Amêdiyê jî hat piştrastkirin û ji ber egera têkiliya wî kesî û tûşbûna kesên din, tevahiya vê komelgeha li parêzgeha Duhokê hat kerentînekirin.
Rudaw
