• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ebdî: Divê çareseriyeke rîşeyî ji çekarên DAIŞê yên girtî re were dîtin

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
Ebdî: Divê çareseriyeke rîşeyî ji çekarên DAIŞê yên girtî re were dîtin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî daxwazê ji Hevpeymanan û civaka navdewletî dike, çareseriyên rîşeyî ji çekdarên DAIŞê yên girtî te bibînin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” di derbarê bûyerên li girtîgeha Hesekê ya çekdarên DAIŞê tê de isyan kirine de nivîsî: “Bi saya keda mezin a hêzên me û nêzîkatiya objektîv û bilez a li hemberî isyana girtiyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehê de, me karî rê li ber karesatekê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê bixin bin kontorlê, bêyî ku ti rewşên revînê çê bibin.”

Mezlûm Ebdî herwiha got: “Divê hevpeymanên me û civaka navdewletî asta xebata xwe bilind bikin, ta ku çareseriyên rîşeyî ji vê pirsgirêka navdewletî re were dîtin.”

Pêr derange şevê çekdarên DAIŞê isyan li girtîgeha taxa Giwêran a Hesekê de kiribûn, deriyên hundirîn ên girtîgehê şikandin û dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û qata jêrîn a girtîgehê jî kontrol kir.

Hatibû ragihandin ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyabûn, lê Peyvdarê Fermî yê HSDê Kîno Gabriyel duhî di daxuyaniyekê de tekez kir, ti çekdarek nereviya ye û ew kontrola rewşê dikin.

K24
Top