• Tuesday, 10 February 2026
logo

29 sal bi ser koçberiya milyonî ya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
29 sal bi ser koçberiya milyonî ya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibe
29 sal bi ser koçberiya milyonî ya gelê kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas dibe. Tê gotin ku ew koçberî mezintirîn nerazîbûna sivîl e li hember dagîrkeriya Kurdistanê.

29 sal berê û roja 31 Adara 1991, rêjîma wê çaxê ya Iraqê bi serokatiya Sedamê gor bi gor, ji kerba raperîn û serhildana mezin ya 21 Adara heman salê, ku bibû sebeba rizgarbûna beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê, dest bi êrişeka hovane û berfireh li dijî gelê kurd û Kurdistanê kir.

Xelkê Başûrê Kurdistanê jî bi redkirina serdestiya wê rêjîma zalim, koçber bûn û rastî zorî û zehmetiyên mezin hatin û berê xwe dan Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Gelek kes bi taybet jin û zarok ji ber serma û birçîbûnê can dan.

Dijmin dixwast tevahiya Başûrê Kurdistanê ji nû ve dagîr bike lê li deverên Soran, Balekayetî û Hacî Omeran rastî bertek û bersiva tund ya Pêşmerge hat.

Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Serok Mesûd Barzanî karîn derbên giran li dijmin bidin û dijmin neçarî danûstandinê bikin.

Yek ji wan şer û destanên ku tirsek mezin xist nav dilê dijmin, destan û mêrxasiya Korê bû. Şerê Korê 5 rojan kişand û hêzên Pêşmerge serkeftinek mezin bi dest xistin.

Pisporên siyasî koçberiya milyonî ya gelê Başûr wek mezintirîn nerazîbûna sivîl li hember dagîrkeriya Kurdistanê dibînin, şerê Korê jî mîna şerê Pirdê û Sihêla yên li dijî dagîrkeriya rêjîma niha ya Iraqê hatibûn kirin, dibînin û dibêjin, rûdanên han karîn hevkêşeyên siyasî bi sûda gelê Kurdistanê bidin guhertin.

Basnews
Top