HSDê bi mûşekan bersiva çekdarên girêdayî Tirkiyê da
Di demekê de ko herêma bajarê Eyn Îsa li bakurê Reqayê tûşî topbarana topxaneya Tirkiyê û grûpên çekdar dibe, medyaya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye ku hêzên wan êrîşeke Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê li ser rêya M-4 û navçeya gundewarê bajarê Eyn Îsa, têk şikandin.
Hat ragihandin ku Şervanên HSDê “di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da”, di encamê de otomobîlek leşkerî hat jinavbirin û herî çekdarek jî hate kuştin.
Herwiha ajansa fermî hikûmeta Tirkiyê AAyê jî piştrast kir ku ji aliyê şervanên HSDê ve otomobîlek leşkerî hate têkbirin û çekdarekî opozisyona Sûriyê jî hate kuştin.
Ev yek di demekê de tê, ku bi sedema koronayê û weke pabendî bi daxwaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, HSDê ji çend rojan ve agirbest ji aliyê xwe ve ragihandibû.
Rudaw
