Li Amedê 5 kesan bi Koroyanê jiyana xwe ji dest dan
Yekîtiya Pizîşkên Tirk şeva bihorî li ser hesabê xwe yê Twitterê amarên bajarên Stenbol, Izmîr û Adana yên Tirkiyê û Amed û Riha yên Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê dibêje, ligel ku daxwaz kirine lê Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê red kiriye ku amarên Koronayê li Tirkiyê li gor parêzgeh û navçeyan eşkere bike.
Li gor amarên ku wê yekîtiyê belav kiriye, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 5 kesan bi sedema vîrusa COVID-19 jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha hatiye ragihandin, ku li Amedê heta niha 150 kes bi bi gumana ku bi vîrûsa Coronayê ketine li nexweşxaneyên dewletê hatine razandin, ku 6 kes di beşa çavdêriya hûr de ne û rewşa wan xirab e.
#RaporCovid19 Diyarbakır pic.twitter.com/nzazFGGdPt
— TürkTabipleriBirliği (@ttborgtr) March 30, 2020
Bajareke din ê Bakurê Kurdistanê ku Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê amarên wê belav kiriye, bajarê Rihayê ye. Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê ragihandiye, li Rihayê heta niha nêzîkî 70 kesên ku guman ji wan tê kirin di jêr çavdêriyê de ne û li beşa çavdêriya hûr 6 kes ji tûşbûyên Koronayê çareseriyê werdigirin.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyê her roj amarên giştî yên tûşbûn û qurbaniyên vîrusa COVID-19 ên li wî welatî belav dike, lê belê rêje û hejmara kesên tûşbû û miriyan li gor parêzgeh û bajaran aşkere nake.
Derbarê wan amarên ku Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê belav kirine, Wezareta Tendirustiyê ya wî welatê hêj ti helwêstek nîşan nedaye.
Amerên Yekîtiya Pizîşkên Tirk derbarê Koronayê de:
Amed
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 150 kes bi gumana ku bi vîrûsa Coronayê ketine li nexweşxaneyên dewletê hatine razandin. Li beşê çavdêriya hûr 6 kesên bi wê vîrûsê ketine çareseriyê werdigirin û 5 kesan canê xwe ji dest dane.
Riha
Li nexweşxaneyên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê nêzîkî 70 kesên guman ji wan tê kirin di jêr çavdêriyê de ne û li beşê çavdêriya hûr 6 kesên bi Koronayê ketine çareseriyê werdigirin.
Stenbol
Heta roja 30ê Adara 2020ê hejmara wan kesên bi gumana ku bi vîrûsa Koronayê ketibin û li nexweşxaneyên dewletê yên Stenbolê hatibin razandin, zêdeyî 2 hezar kes bûye.
Izmîr
Di du hefteyên derbasbûyî de 700 kesên ku guman tê kirin bi vîrûsa Koronayê ketibin li nexweşxaneyên hikûmî yên Izmîrê hatine razandin û 75 karmendên tendirûstiyê bi vîrûsa Koronayê ketine.
Adana
Li parêzgeha Adana nêzîka 550 kes bi gumana ku bi vîrûsa Koronayê ketibin li nexweşxaneyên hikûmî hatine razandin. Ji wê hejmarê 63 kes di jêr çavdêriya hûr de ne. Herwiha 4 pizîşk û 12 karmendên tendirûstiyê bi gumana ku bi Koronayê ketibin hatine kerentînekirin.
