Hevpeymaniya Saîrûn beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê nabe
Parlementerê hevpeymaniya Saîrûn li parlementoya Iraqê, Sadiq Silîtî di daxuyaniyekê de ragihand, hevpeymaniya Saîrûn beşdarî hikûmeta Ednan Zurfî nabe.
Sadiq Silîtî her wiha da zanîn, lê ew bi du mercan dikarin piştevaniya hikûmeta wî bikin.
Wî parlementerê Iraqî mercên xwe jî wiha aniye ziman: Wezîrên hikûmeta nû kesên pispor û destpak bin û bernameya hikûmetê zelal û şefal be.
Serkomarê Iraqê Berhem Salih roja 17 Adara îsal, parêzgarê berê yê Necefê Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kir
Basnews
