• Monday, 09 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê 15 kesên din canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê 15 kesên din canê xwe ji dest dan
heta niha 415 kes canê xwe ji dest dane
Li gor raportên çepemeniyê ji Rojhilatê Kurdistanê belav bûna Koronayê didome û bi tenê di nava 24 seatên derbasbûyî de 15 welatiyên din li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Navenda Hengaw bo mafên mirovan ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Merîwanê 3, li Îlam 3, Sine 2, li Qorwe, Sinqor, Urmiye, Kirmaşan û Eywanê jî her yek 1 kes bi giştî 15 welatiyên din canê xwe ji dest dane.

Hengaw herwiha eşkere kiriye ku heta niha herî kêm 415 welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Top