• Tuesday, 10 February 2026
logo

'Amerîka dixwaze balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi temamî dabixe'

Gulan Media March 31, 2020 Nûçe
'Amerîka dixwaze balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bi temamî dabixe'
Wezareta derve ya Amerîkayê niyeta wê heye balyozxaneya xwe ya li Bexda ya paytexta Iraqê bi temamî dabixe.

Ajansa Tesnîm a Îranê bi zimanê çavkaniyeke Iraqê ve belav kir, artêşa Amerîkayê hewla berfireh kirin û nûjen kirina binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a parêzgeha Enbarê didin.

Zanyariyên çapemeniyê amaje bi wê yekê dikin ku Amerîka hewl dide balyozxaneya xwe ya li bexdayê veguhêze nav binkeyê leşkerî ya Eyn Esed, ji ber milîsên Heşdî Şeibî berdewam avahiya balyozxaneyê bi mûşekan dikin armanca êrîşan.

Berî naha jî çapemeniya Iraqê belav kiribû ku artêşa Amerîkayê du sîstemên dije mûşekî yên patriot li Hewlêr û binkeyê leşkerî yê Eyn Esedê bicîh kirine.

Basnews
Top