Bi hezaran kes li bajarokê Xelîfanê hatin kerentînekirin
Qaymeqamê Soranê, Kirmanc Izet ji Rûdawê re ragihand, ji ber metirsiya zêde belavbûna vîrusa Koronayê, bajarokê Xelîfanê bi tevahî hat kerentînekirin.
Kirmanc Izet diyar kir, biryara kerentînekirinê tenê navenda nahiyeya Xelîfanê li xwe digire.
Li gor Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, li Xelîfanê heta niha 6 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.
Yekemîn haleta tûşbûna bi COVID-19 li Xelîfanê duh Yekşemiyê hatibû tomarkirin ku 19 roj e ji Brîtanyayê vegeriyaye Kurdistanê.
Ew kes li mala dayik û birayên xwe maye û piştî ku pişkinîna wî ya Koronayê pozîtîv derket, 29 kes ji kes û xizmên wî yên nêzîk ku gumana tûşbûnê li ser wan heye, hatine kerentînekirin.
Herwiha îro jî Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku 5 kesên din li Xelîfanê bi vîrusa COVID-19 ketine.
Rudaw
