Xurmatû…Hêzeke hevbeşa Iraqî êrîşî DAIŞê kir
Yek ji fermandarên Pêşmerge yên li sînorê bajarokê Newculî ya ser bi bajarê Kifrî ya hemsînorê Xurmatû ye Mihemed Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek Pêşmerge di helmeta îro ya hêzên Iraqê li sînorê Xurmatû û Pelkane de em beşdar nebûne.’’
Herwaha got: ‘’Hêza Iraqî hatiye gundê Qurriçay a nêzîk bajarê Kifrî.’’
Daxuyaniya ragehandina şer a Iraqê de jî hat aşkera kirin, îro 30.03.2020ê hêzên artêşê, Heşdî Şeibî û Pêşmerge li sînorê Xurmatû û nêzîk bîrên nefta Pelkane, di êrîşekî de karîn 24 binke û baregehên DAIŞê jinavbibin û dest li ser motosîkletek û bombeyên çandî û pêxew û sotemenî û xwarina terorîstên DAIŞê de bigrin.
Basnews
