• Monday, 09 February 2026
logo

Yekîtiya Pizîşkan: Şaşiyên mezin hîştine Korona li seranserî Tirkiyê belav bibe

Gulan Media March 30, 2020 Nûçe
Yekîtiya Pizîşkan: Şaşiyên mezin hîştine Korona li seranserî Tirkiyê belav bibe
Yekîtiya Pizîşkên Tirkiye dibêje, vîrusa Korona li seranserê Tirkiyeyê belav bûye. Pêwîst e herî kêm rojane 30 hezar test werin kirin û îzolasyoneke tund liser kesên pozîtîf were danîn.

Yekîtiya Pizîşkên Tirkiyê da xuyakirin, petaya vîrusa Korona li her deverê welat belav bûye û ji ber vê derfeta karantînkirinê ji dest çûye.

Da zanîn, her çend hikûmet di dema belavbûnê de xwe amade nîşan daye jî, şaşiyên mezin bûne sedem ku peta li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.

Dide zanîn, sînorê bi Îranê re dereng hatiye daxistin, kesên ji derve hatine nehatine karantînkirin û deriyên li pêş penaberan di dema Koronayê de hatiye vekirin ku ji sedemên belavbûna petayê ne.

Yekîtiya Pizîşkan dibêje, êdî wateya karantînkirina hemû welat jî nemaye, ji bo vê pêwîst e rojane herî kêm 30 hezar test werin kirin û kesên pozîtîf derketine bi awayeke tund werin karantînkirin.

Li gor dawî ragihandine Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê hejmara hejmara pêketiyênbi vîrusa Korona gihiştiye 9 hezar û 217an û hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîştiye 131 kesan.

K24
Top