• Monday, 09 February 2026
logo

Li Hewlêrê 8 pêketiyên din bi Koronayê hatin tomarkirin

Gulan Media March 30, 2020 Nûçe
Li Hewlêrê 8 pêketiyên din bi Koronayê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina 8 pêketiyên nû bi vîrusa Korona li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li Hewlêrê 8 pêketiyên bi vîrusa Korona hatin destnîşankirin.

Wezaretê da zanîn, 5 pêketî ku peyayek, jinek û 3 zarokan hemû merivên pêketiyekî berê yê nahiya Xelîfanê ne. 3 kesên din jî ku peyayên ji Duhokê ne ku li Hewlêrê hatibûn kerentînekirin, ku ji Fransayê vegeriyabûn.

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê niha (50) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (56) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

K24
Top