• Monday, 09 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê isyanê dikin û hejmarek ji girtîgeha Hesekê direvin

Gulan Media March 30, 2020 Nûçe
Çekdarên DAIŞê isyanê dikin û hejmarek ji girtîgeha Hesekê direvin
Çekdarên DAIŞê yên li girtîgeha Hesekê girtîne îsyan kir, hejmarek ji çekdaran reviyan e û qatek ji girtîgehê hîn jî di destê çeteyan de ye, Hêzên Antîterorê û Hêzên Hevpeymanan girtîgeh dorpêç kir û firoke li esmanê herêmê digerin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî demjimêr di 22:00an de çekdarên DAIŞ`ê yên di Girtîgeha Sîna ya taxa Giwêranê ya Hesekê îsyan kir û hewl da birevin. Hêzên ewlekariyê yekser li herêmê belav bûn û Hêzên Antîterorê jî girtîgeh dorpêç kir û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê bajêr geriyan.

Gerînendeyê girtîgeha ku bi hezaran çekdarên DAIŞê ji 50 dewletên Erebî û biyanî lê ne, Rûbar Hesen di vê derbarê de û bi armanca zelalkirina bûyera li qada girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Rûbar Hesen diyar kir ku çekdaran destpêkê xwest bi Hevpeyamaniya Navdewletî û komîteyên hiqûqnas re bicivin, piştre 2 kamerayên çavdêriyê şikandin. Hesen bal kişand ser ku çekdaran deriyên girtîgehê şikandin, paşê dîwarên odeyên girtîgehê bi hev ve girê didin, şikandin.

Hesen wiha got: "Niha qatek ji girtîgehê di destê girtiyên DAIŞ`ê de ye û hejmarek ji çekdaran jî reviyane."

Rûbar Hesen got, parastina van çeteyan û ev bûyer ne tenê erkê HSDê, di heman demê erkê Hevpeyamiya Navdewletî ye jî, ji ber ku ji derdora 50 dewletên biyanî hatine û kes ji van dewletan destekê nade. Li girtîgehê hîn rewş bi fikar e, bi temamî nehatiye kontrolkirin û hêzên ewlekariyê li hundir û derdora girtîgehê ne.

K24
Top