• Monday, 09 February 2026
logo

Ji Komel bo rêveberek YNKê: Mûşekên Amerîkayê neban te bi dûrbînê dikarî Hewraman bibînî

Gulan Media March 29, 2020 Nûçe
Ji Komel bo rêveberek YNKê: Mûşekên Amerîkayê neban te bi dûrbînê dikarî Hewraman bibînî
Rêveberê Komela Îslamiya Kurdistanê bi tundî bersiva endameke encûmena giştî ya rêveberiya YNKê da û ragehand, eger ‘’Mûşekên Amerîkiyan neban, wê demê tenê bi dûrbînê te dikarî li Hewramanê binêrî.

Duh 28.03.2020ê endamê rêveberiya YNKê Eta Serawî daxuyaniyekî de gef li Elî Bapîr, Selahedîn Behadîn û Irfan Ebdulezîz xwarin. Endamê rêveberiya Komela Îslamiya Kurdistanê Farûq Elî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gotinên wî endamê rêveberiya YNKê yên li hember Komela Îslamî û Elî Bapîr û çend rêveberekî din ên Îslamî, li gel me ti nirxekî xwe tineye û pêwîst jî nabînin ti bersiveke fermî bidin wî berpirsê YNKê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Eger mûşekên Amerîkayiyan neban ku ji behrê ve li binkeyên Komela Îslamî didan û bombebaran dikirin, ne ew ban pêwîstbû Eta Serawî li Şarezor ve bi dûrbîna mezin ve li devera Hewraman nêrîba. Ji ber wê ya baş Serawî bila wan ti demekê bîrneke û bi wî awayî jî behsa Komela Îslamî neke.’’

Bi gotina rêveberê Komela Îslamî, Mela Kirêkar rêveberekî tevgera Îslamî bû û ‘’Berê bi salan me li gel yek kar kir, piştî ji hev qutbûnê jî herkesek bi rêya xwe de çûye.’’

Herwaha diyar kir, ew bi wî awayî şandina Mela Kirêkar bo Îtalyayê ‘’Berevajî mafên demokratîk û mafên mirovan dibînin.’’ Ji ber wê jî emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr peyvendiya telefonî bi malbata Mela Kirêkar re pêkaniye û hevxemiya xwe aniye ziman.

Farûq Elî daxwaz ji rêveberiya YNKê dike: ‘’Ew bêrêziya Eta Serewî qebûl nekin, bi taybet di vê rewşê de ku em li hember dijminekî nediyar in û ew jî vîrusa korona ye û bi desthilat û opozîsyonê ve em hemû li gel yek di yek çeperekî de bo hemberhatina vê vîrusê. Ne dibû Eta Serawî bi vê babetê ve bazara xwe germ kiriba û careke din nave xwe bixe vê holê.’’

Dawî de jî got, divê YNK, bixwe biryar bide gelo xelkê li hember Komela Îslamî tehrîk dike yan na.

Basnews
Top