• Monday, 09 February 2026
logo

Daxuyaniya berdevkê hikûmetê li ser “wergirtina şîrînî” ji şîrketa Rosneft ya Rûsî

Gulan Media March 29, 2020 Nûçe
Daxuyaniya berdevkê hikûmetê li ser “wergirtina şîrînî” ji şîrketa Rosneft ya Rûsî
Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser “wergirtina şîrîniyê” û “zeftkirina milyarek dolar” daxuyaniyek.

Ev çend roj in hinek malper û dezgehên medyayî yên Herêma Kurdistanê behsa wê yekê dikin ku “kesekî nêzîkî serokê hikûmeta Kurdistanê” li hember anîna şîrketa petrolê ya Rosneft ya Rûsî bo Kurdistanê, 250 milyon dolar “şîrînî” wergirtiye. Her wiha tê gotin ku milyarek dolarê Herêma Kurdistanê li Lubnanê hatiye zeftkirin.

Li ser wê mijarê, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Li ser wan gotegotên wergirtina 250 milyon dolar wek şîrîniya neftê ji şîrketa Rosneftê û zeftkirina milyarek dolarê Kurdistanê li Lubnanê, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz kiriye divê serokatiya dozgeriya giştî lêpirsîn û li dûvçûnê bo wan gotegotan bike û ji her kesî jî dixwaze di vî warî de alîkariya dozgeriya giştî bikin da ku rastî eşkere bibin.

Ji destpêka kabîneya nehem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de heta niha, nehîştina gendeliyê û şefafbûn di dezgehên hikûmetê de, bi taybet di sektora darayî û dahatên Herêma Kurdistanê de, bi ser her pilanekî re bûye û dê wisa jî bidome.

Basnews
Top