• Monday, 09 February 2026
logo

Dest bi ser 5 tirimbîl de hate girtin

Gulan Media March 29, 2020 Nûçe
Dest bi ser 5 tirimbîl de hate girtin
di nava wan tirimbîlan de 52 kes hebûne
Birêveberatiya polîsê Hewlêrê ragihand ku îro hêzên polîs li gel hêzên zirêvanî karîne dest bi ser 5 tirimbîl de ku xwestine hijmareke welatiyên Ereb bi qaçax bo nava bajarê Hewlêrê veguhêzên bigirin.

Li gor daxuyaniya polîsê, ev her 5 tirimbîl li ser rêya navbera Hewlêr û Kerkûkê û rêya navbera Hewlêr û Giwêrê, hatin girtin û di nava wan tirimbîlan de bi giştî 52 kes hebûne.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ajovanên wan 5 tirimbîlan xwestine ev her 52 welatî bêyî ti cerbandineke nûjdariyê bo nava bajarê Hewlêrê veguhêzên.
Top