• Monday, 09 February 2026
logo

Silêmaniyê: Ji serkeftina bi ser Korona de nêzîk dibin

Gulan Media March 29, 2020 Nûçe
Silêmaniyê: Ji serkeftina bi ser Korona de nêzîk dibin
Qeymeqamtiya Navendî ya Silêmaniyê radigihîne, ew qonaxa metirsîdar a belavbûna vîrusa Korona derbas dikin û di demeke nêzîk de biser Korona dikevin.

Qeymeqamtiya Navendî ya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de tekeziyê li pabendbûna welatiyan bi rênmayên xweparastina ji vîrusa Korona dike û radigihîne: “Qonaxa metirsîdar a belavbûna Korona bidawî dibe û di çend hefteyên bê de, ji serkeftina biser Korona ve nêzîk dibin.”

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin, ev ji Herêma Kurdistanê re demeke dîrokî ye, daxwazê ji welatiyan dikin, xwe bigirin ji ber ku rojên dijwar derbas dikin û di çend rojên bê de li malên xwe bimînin, ta dema metirsiya Korona kêm dibe. Bi hewla hemûyan biser Korona dikevin.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê Tenduristiya Silêmaniyê Sebah Hewramî duhî gotibû, heger welatî pabendî rênmayan bibin, piştî 15ê Nîsanê dikevin qonaxeke baş.

Li gor zanyariyan heta niha 125 kes li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine, jê 2 kesan canê xwe jidest dane û 53 kes jî bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Top