• Monday, 09 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên Koronayê bû 122 kes

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê hejmara tûşbûyên Koronayê bû 122 kes
Wezareta Tendirustiyê ragihand hejmara tûşbûyên bi Koronayê li Herêma Kurdistanê gihiştiye 121 kesan Ji wê hejmarê jî 51 kes baş bûne û 2 kesan jî canê xwe ji desrt dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di heyama 24 demjimêran de, testa Koronayê bo 521 kesan hatiye kirin ku encama testa 8 kesli Hewlêrê û 1 kes jî li Helebcê pozîtîf derketiye.

Bi vî awayî hejmara tûşbûyên bi vîrusa Koronayê (COVID-19) li Herêma Kurdistanê gihişt 122 kesan ku ji wan jî 51 kes baş bûne û vegeriyane nav kesûkarên xwe û 2 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Herwiha li Herêma Kurdistanê, 425 li Hewlêrê, 281 li Silêmaniyê, 628 li Duhokê, 30 li Helebcê, 5 li Germiyanê, 33 li Raperînê û 20 kes jî li Koyê, bi giştî 1422 kes kerentînkirî ne.

Rudaw
Top