• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Amerîkayê hejmara tûşbûyên Koronayê 100 hezar kes derbas kir

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Li Amerîkayê hejmara tûşbûyên Koronayê 100 hezar kes derbas kir
Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 100 hezar kes derbas kir û hejmara miriyan jî gihişt 1536 kesan.

Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa Koronaya nû (COVID-19) ketine bû 100 hezar û 37 kes.

Li gor zanyariyan, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane jî gihişt hezar û 536 kesan

Bi dawîn amaran Amerîka li cîhanê yekem welat e ku zêdetirîn tûşbûyên Koronayê lê hatine tomarkirin.

Piştî Amerîkayê jî Îtalya tê ku hejmara tûşbûyan li wî welatî jî 86 hezar û 498 kes e û li Çînê jî hejmara tûşbûyan 81 hezar û 340 kes e.

Li gor dawîn zanyariyan jî hejmara tûşbûyên Koronayê li seranserê cîhanê jî gihişt 597 hezar û 458 kesan.

Herwiha li seranserê cîhanê zêdetirî 27 hezar kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top