• Tuesday, 10 February 2026
logo

Têsta Koronayê ya 9 kesên din li Herêma Kurdistanê pozîtîf derket

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Têsta Koronayê ya 9 kesên din li Herêma Kurdistanê pozîtîf derket
Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, têsta Koronayê ya 9 kesên din pozîtîf derket.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 521 têstên Koronayê hatine kirin.

Li gorî agahiyên wezareta tenduristiyê, têsta 9 kesan pozîtîf derket ku 8 ji wan li Hewlêrê ne û yek jî li Helebcê ye.

Yên Hewlêrê: du jin in û temenê yekê 41 sal e û temenê ya din 31 sal. Zilamekî 32 salî, du zarok in û temenê yekê 9 salî ye û temenê yê din jî 3 salî e. Nasnameya sê nexweşên din nehatiye ragihandin.

Nexweşê Helebcê jî zilamekî 37 salî ye.

Wezaretê daye zanîn, 1422 kes di kerentînê de ne ku 425 kes li Hewlêrê ne, 281 kes li Silêmaniyê ne, 628 kes li Duhokê ne, 30 kes li Helebcê û 5 kes li Germiyan, 32 kes li Raperîn, 20 kes li Koye ne.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê ketine, gihîşt 122 kesan ku 51 jê baş bûne û 2 kes mirine.

Basnews
Top