• Tuesday, 10 February 2026
logo

KCDê hişyarî da: Metirsî mezin e!

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
KCDê hişyarî da: Metirsî mezin e!
KCDê bi peyameke vîdyoyî bang li xelkê Kurdistanê kir ku tedbîrên xwe bigirin û ji malên xwe dernekevin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê vîrusa Koronayê de peyameke vîdyoyî belav kir.

Hevseroka KCDê Leyla Guven di wê vîdyoyê de bang li xelkê kir ku ji malên xwe dernekevin.

Leyla Guven li ser navê ‘Kooardînasyona Krîzê’ bang li xelkê kir û got, “metirsî mezin e, em tedbîrên xwe bigirin û di mal de bimînin.”

Herwiha Guven, daxwaz ji xelkê kir ku guhdariya saziyan bikin ji ber ku ‘metirsî gelek mezin e’ û got, “Rast e me gelek êş derbas kirine, lê bila ev jî, nekeve nav welatê me.”

Herwiha Hevseroka KCDê got, “Amed, Batman, Riha, Sêrt, Colemêrg, Şirnex, Wan û tevahiya bajarên Kurdistanê, ji kerema xwe ji malên xwe dernekevin. Nebêjin ‘tiştek bi min nayê’ em ji we rica û daxwaz dikin, ji malên xwe dernekevin. Em bawer dikin hûn miletekî bi rêxistin in, hûn miletekî zana ne, hûn ji me çêtir dizanin, ji kerema xwe tedbîrên xwe bigirin û ji malên xwe dernekevin."

Ev banga KCDê di demekê de ye ku vîrusa Koronaya nû ku weke COVID-19 tê binavkirin, li seranserê cîhanê bi lez belav dibe û li gor amarên fermî li Tirkiyê jî heta niha 5 hezar û 698 kes tûşî Koronayê bûne û 92 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top