• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Tirkiyeyê 92 kes canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Li Tirkiyeyê 92 kes canê xwe ji dest dan
zêdetir ji 5 hezar kes jî bi Koronayê ketine
Hijmara welatiyên ku li Tirkiyeyê bi Koronayê dikevin û canê xwe ji dest didin rojbiroj zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de duhê bi şev wezareta tendirostiya Tirkiyeyê eşkere kir ku heta niha li Tirkiyeyê 92 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya Tirkiyeyê li seraserê Tirkiyeyê 5 hezar û 698 kes bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostiya Tirkiyeyê daxwaz ji welatiyên vê welatî dike daku bo parastin tendirostiya xwe li malên xwe bimînin.
Top