• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pentagon: Tevî vîrusa korona jî operasyonên derve berdewam in

Gulan Media March 28, 2020 Nûçe
Pentagon: Tevî vîrusa korona jî operasyonên derve berdewam in
Cîgirê serfermandarê hêzên hevbeş ênAmerîkayê ragihand, tevî belavbûna nexweşiya vîrusa korona, operasyonên artêşa Amerîka li derve berdewam dikin.

Cîgirê serfermandarê Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê John Hyten di daxuyaniyekê de ragihand, serbazên Amerîkî hemû bergiriyên xwe bo parastina ji vîrusa Korone werdigirin.

John Hyten diyar kir jî, bandora vîrusa Korona li ser operasyonan nabe. Hemû erkê li sernaserî cîhanê tên dikirin, wek berê berdewam in.

Da zanîn jî, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) hewlên xwe bo guncandana bi vîrusa Korona re dide û bandora wê li operasyonan nake. Tekez kir jî, hejmarên serbazên Amerîkî yên bi vîrusa Korona ketine kêm e.

Pêştir Pentagonê veguhastina hemû karmendên xwe ligel mabatên wan li derve bo heyama 60 rojî qedexe kiribû.

Heta duhî roja 27ê Adarê, Pentagonê aşkere kiribû ku 652 ji serbaz û karmendên wê ligel malbatên wan bi vîrusa Korona ketine û kesekî canê xwe jidest daye

Basnews
Top