Bav û keça xwe ji ber vîrusa korona nav du rojan de mirin
Efserê hêzên asayîşa Brîtanyayê Sudhir Sharma ku li balefirxaneya Hounslow a navnetewî ya Londonê kar dikir, roja çarşema borî di temenê xwe yê 61 salî de ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest da.
Rojnameya Daily Mail a Brîtanyayê aşkera kir, ew efser li derveyî cîhê xwe yê kar ber vîrusa koronayê ketiye ji ber herî dawiyê roja 7ê Çileya 2020ê çûye ser kar û piştre ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekariye biçe ser kar û heftiya borî jiyana xwe ji dest daye.
Piştî ji dest dana jiyana xwe ya wî efserê Brîtanî, rojek piştî wî jî Pooja Sharma ya keça wî ya dermansaz jiyana xwe ji dest da. Hat ragehandin wê keçê jî vîrusa korona girtiye û dihate derman kirin, lê roja pêncşemê ango rojek piştî bavê xwe wê jî jiyana xwe ji dest da.
Piştî belavbûna vê nûçeya mirina bav û keça wî, xelkekî zêde li Brîtanyayê xembar û nîgeran bûye û ev yek wek karesat pênase kirine.
Basnews
