Topxaneya Tirkiyê gundên Eyn Îsayê topbaran kirin
Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Seyda ser bi bajarokê Eyn Îsa topbaran kiriye.
Li gor heman çavkaniyan, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina navçeyê bûne.
Ev topbaran piştî 3 rojan ji hêminiyê li navçeyê tê.
Roja 24ê adarê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tankerên sûtemeniyê li nêzîk Eyn Îsa kiribûn armanc û di encamê de şer û pevçûn di navbera wan grûpên çekdar û hêzên HSDê de derketibûn.
Rudaw
