• Sunday, 08 February 2026
logo

Hekîm Tîlî, Cîgirê Serserperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê: Li gorî datayan, rêjeya ji sedî 35ê bûdceya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ji bo projeyên rê û banan tê terxankirin.

Hekîm Tîlî, Cîgirê Serserperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê: Li gorî datayan, rêjeya ji sedî 35ê bûdceya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ji bo projeyên rê û banan tê terxankirin.

 

Hekîm Tîlî, Cîgirê Serserperiştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ye û berê jî di salên 2005-2011an de Cîgirê Şaredarê Soranê û di salên 2011-2018an de jî Şaredarê Soranê bûye. Piştî ku di sala 2021an de bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê "Soran" bû rêveberiyeke serbixwe, ew bûye Cîgirê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê. Di guftûgoya vê carê ya bi sernavê "Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçoyê" de, bi berfirehî behsa projeyên rê û banan ên Rêveberiya Soranê kir û çendîn pêşniyar û rasparte jî pêşkêş kirin.

Berî her tiştî, ez gelek spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim, ku organeke wekî Xeleka Guftûgoyê damezrandiye, ji bo birêxistinkirina van guftûgoyên eşkere. Bi rastî, kombûna van hemû kesayetî û pisporan ji bo axaftina li ser mijarên hestiyar, gaveke gelek girîng e ji bo têgihiştina hev û wek cûreyek şêwirmendiya hevbeş e, ku em dikarin wekî xwe destê xwe deynin ser kêmasî û valahiyan. Di heman demê de, bi sûdwergirtina ji nêrîn û boçûnên hev û ezmûna berhevkirî ya hemû aliyan û ew data û amarên ku li ber dest in û tên pêşkêşkirin, çareseriyên guncaw û pratîkî ji bo pirsgirêkan dikarin bên dîtin.

Derbarê sernavê vê guftûgoyê "Pêşxistina projeyên rê û banan û çareserkirina pirsgirêkên hatûçoyê", bêguman rê û ban binesaziyeke gelek girîng e ji bo her welatekî, da ku deverên cuda bi hev ve girê bide. Ji ber vê yekê, eger em behsa binesaziya rê û banên standard bikin, ez dikarim bibêjim ku ew wek stûna pişta mirov e. Rêya standard dibe sedema geşepêdana "bazirganî, aborî, geştyarî û dîtina derfetên kar". Lewma em dikarin bi eşkere bibêjin ku "rê û banên standard" wek motora serekî ne ji bo geşepêdana aborî, bazirganî û heta civakî jî.

Rêveberiya Serbixwe ya Soranê di sala 2021an de li ser biryara rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek rêveberiyeke serbixwe hate damezrandin. Armanc ji damezrandina vê rêveberiya serbixwe ew bû ku bi awayekî baştir xizmeta welatiyên vê deverê bê kirin û xizmetguzarî zêdetir bên pêşkêşkirin. Niha Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ji şeş qeza, 13 nahîye û 580 gundan pêk tê, û hejmarek gundên me yên din jî hene ku heta niha nehatine avakirin.

Rêveberiya Soranê xwedî rûbereke gelek fireh e. Yek ji wan astengiyên ku di dema cîbicîkirina projeyan de em rûbirûyê wê dibin, ev rûbera fireh e. Ji ber vê yekê, eger ez bi zimanê data û hejmaran biaxivim, Rêveberiya Serbixwe ya Soranê di heyama tenê çar salên ku wek rêveberiyeke serbixwe kar kiriye de, 726 proje cîbicî kirine. Ji vê hejmarê, 252 proje ji bo rê û banan hatine terxankirin. Bi awayekî eşkeretir, li gorî datayan, rêjeya 35% ji bûdceya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ji bo projeyên rê û banan tê terxankirin. Ev yek jî dibe ku bandorê li ser projeyên din bike. Ji vî alî ve, pêşniyara me ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bûye ku Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, ji ber ku cografyaya wê ya sersînor e û rêyeke serekî ya bazirganiyê ye bi welatên cîran re, divê ew rêya ku li Hacî Omeran an Spîlkê tê çêkirin, wek rêyeke giştî ya ji bo tevahiya Kurdistanê bê hesibandin û li ser bûdceya Rêveberiya Soranê neyê cîbicîkirin. Ev ji ber wê yekê ye ku ew rê Kurdistanê bi welatên cîran ve girê dide û ne tenê Rêveberiya Soranê jê sûdê werdigire. Lê belê, ligel van hemûyan jî, terxankirina 35% ji bûdceya Rêveberiya Soranê ji bo projeyên rê û banan, nîşana wê yekê ye ku ev rêveberî bawer e ku binesaziya standard a rê û banan deriyekî herî girîng e ji bo geşepêdan û avakirina devera me.

Di warê projeyên rê û banan de li devera Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, me gavên baş avêtine. Ji bilî wan 252 projeyên ku min behs kirin, çend projeyên me yên din ên rê û banan hene ku projeên mezin û stratejîk in.

Ji destpêka Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ve, me bi du aliyan kar kiriye. Aliyek "projeyên stratejîk" bûye. Di vê yekê de me hewl daye ku parêzgeha Hewlêrê bi deriyê sînorî yê Hacî Omeran ve girê bidin û sûdeke mezin a bazirganî çêbike. Bêguman divê em îşaret bi wê rastiyê jî bikin ku çêkirina rê û banan derfeteke mezin ji bo kar û avadaniyê ji bo deveran çêdike. Em niha dest bi projeya 10 kîlometreyî ya rêya serekî ya Hacî Omeran – Çoman kirine. Ev rê bi awayekî standard û serkeftî ketiye warê cîbicîkirinê. Ev proje ku ber bi Soranê ve diçe (dê bibe 29 kîlometre), rêyeke du-sayd a standard di navbera Soran û Hacî Omeran de ye, karên sêwirandin û plansaziyê temam bûne û dane fîrmayekê da ku bi awayekî pir standard ev projeya stratejîk bê cîbicîkirin.

Li ser asta kolanên navxweyî, çendîn projeyên girîng ên kolanan, pirên jorîn (overpass) û xalên hevbırînê (yekterbir), herwiha çendîn kolanên 40 metrî û 20 metrî hatine encamdan, ku beşên bajêr bi hev ve girê didin. Herwiha, rê û ban ji bo her pênc qezayan û deriyê "Zêt" ku bi Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ve tên girêdan, projeyên girîng ên rê û banên standard tên encamdan û beşek ji wan temam bûne û niha welatî jê sûdê werdigirin.

Tiştê ku min behs kir derbarê projeyên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, beşek e ji wê arasteya ku Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gav jê re avêtiye. Ev jî bi wê wateyê ye ku Kabîneya Nehem bi wê arasteyê kar kiriye ku xizmeta welatiyan bike, û ev arasteya rast e. Bi wê wateyê ku em gavan davêjin da ku pirsgirêkan çareser bikin û geşepêdana aborî biafirînin, ku ev jî dibin binesaziyek ji bo ku pêşerojeke geş li ser bê avakirin. Lê belê, hemû ew kar û projeyên ku pêwîst e li vê deverê bên cîbicîkirin, bêguman hêj gelek karê me maye. Em hîna negehiştine wê qonaxê ku em bibêjin me hemû pirsgirêkên rê û banên xwe çareser kirine. Ji ber ku devera Soranê herêmeke geştyarî ye, em rojên înê û rojên betlaneyê dibînin ku li deverên geştyarî yên Geliyê Elî Beg û Bêxalê heta Soranê, xelk rastî qerebalixî û seknandineke zêde ya hatûçoyê tên. Sedema serekî ya vê qerebalixiyê jî ew e ku amûrên me yên veguhestina giştî pir kêm in û rê û ban nikarin barê van hemû otomobîlan hilgirin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku em berê xwe bidin amûrên veguhestina giştî. Ji vê zêdetir, divê em sektora taybet bikin hevpar ji bo nûjenkirina rê û banan.

Niha me li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, têgihiştineke hevkarî bi Zanîngeha Soranê re çêkiriye û wan çendîn lêkolîn jî amade kirine, ku em çawa dikarin xeteke veguhestina giştî di navenda bajarê Soranê de heta deverên Hawdiyan, Mecîd Awa û Balekiyan, bi çend xelekên modern ava bikin. Eger em bikaribin vê yekê bikin, em dikarin heta radeyeke pir baş qerebalixiya nav bajarê Soranê û rê û banên derve jî çareser bikin.

Berî ku ez bêm vê guftûgoyê, di civîneke bi Rêveberiya Hatûçoya Soranê re, wan behsa kar û çalakiyên xwe dikir. Ji bo vê yekê, wan amareke da min ku dikare bê gotin amarên dilxweşker in. Tê de wan berawirdiyek di navbera salên (2022, 2023, 2024) de ji bo bûyerên hatûçoyê li vê deverê kiribû. Li gorî wê amara ku li ber dest e, ez dikarim bibêjim ku niha bi rêjeya 40-50% bûyerên hatûçoyê kêm bûne. Ev yek jî vedigere ser çêkirina rêyan bi awayekî standard û baştir û danîna hêma û rênimayên hatûçoyê. Ji ber vê yekê, ev rastî ji me re eşkere dike ku eger em bixwazin gavan ber bi arasteyeke baştir ve bavêjin û derbasî qonaxeke din bibin da ku rê û ban û kolanên me ji bo welatiyan ewle bin, divê em zêdetir li ser van waran bixebitin: Girîngîdan bi hêma û rênimayên hatûçoyê, danîna kamerayên çavdêriyê ji bo kontrolkirina leza otomobîlan, danîna cihên derbasbûnê ji bo welatiyan, û amadebûna berdewam a karmendên hatûçoyê li ser rê û banan, da ku bikaribin serpêçiyan kontrol bikin û ewlehiya welatiyan biparêzin. Di dawiyê de, ez dixwazim tekez bikim ku ewlehiya rê û ban û kolanan tenê bi projeyên hikûmetê temam nabe. Ev yek pêwîstî bi wê heye ku em berdewam girîngiyê bidin hişyarkirina welatiyan. Girîng e ku em ji perwerdeyê dest pê bikin û di qonaxên cuda yên xwendinê de, nifşên xwe bi wî awayî perwerde bikin ku pabendî yasayên hatûçoyê bin. Wek mînak, eger welatî pabendî yasayê nebin, wekî ku em dibînin, kolana 120 metrî ya Hewlêrê tevî ku hemû pêdiviyên standard tê de hatine cîbicîkirin, lê belê leza zêde û bûyerên hatûçoyê tê de rû didin. Ji ber vê yekê, çandsazî (hişyarkirin) karekî pêşîn û girîng e û divê em bikaribin karekî baş li ser bikin.

 

Gulan

Top