Emerîka li belavbûna Vayrosa Koronayê berekanê li gel Çînê dike
Rojname ya Niyoyork Taymiz belav kirîye, zanayan hoşdarî daye Emerîkayê û di wê bawerîyê de ne, rojek dê bihêt ku Emerîka bibe zîyanmendê yekem bi sedema Koronayê.
Wê rojnameyê belav kirîye jî, hejamra tûşbûyan li Emerîka gehiştîye 81 hezar û 321 kesan û zêdetir ji 1000 kesan jî, canê xwe ji dest dane û ev hejmar jî nîşan dide ku Emerîka dê bikeve pêş Çîn û Îtaliya.
Rojnameyê behsa wê yekê jî kirîye, sedema serekî ya belavbûna wî derdî, ew ku metirsîyên wî derdî bi cidî nehatine wergirtin.
K24
