• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiye: Hejmara miriyan ji Korona gihişt 75an û tûşbûyan 3 hezar û 629 kesan

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
Tirkiye: Hejmara miriyan ji Korona gihişt 75an û tûşbûyan 3 hezar û 629 kesan
Li Tirkiyê hejmara kesên bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan e gihîşt 75 kesan û hejmara pêketiyan jî gihîşt 3 629 kesan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyeyê Fexredîn Koca da xuyakirin, îro 7 hezar û 286 testên Vayrosa Korona encam dan e û ji wan 1 196 kes pozîtîf derketine. Da zanîn hejmara pêketiyan gihîştiye 3 629 kesan.

Koca got, di heyama 24 demjimêran de, 16 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan e û hejmara mirinan jî gihişte 75 kesan.

Tirkiye yekem haletê tûşbûna koronayê 11'ê Adarê ragihandibû.



K24
Top