• Tuesday, 10 February 2026
logo

Prosesa perwerdehiya leşkerî bi awayekî demkî hat rawestandin

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
Prosesa perwerdehiya leşkerî bi awayekî demkî hat rawestandin
piştî dawî hatina Koronayê proses dubare destpê dike
Hevpeymaniya cîhanî belav kir ku jiber belav bûna Koronayê bi awayekî demkî prosesa perwerde kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê rawestandiye.

Li gor jêderên ji wezareta pêşmerge, hevpeymaniya cîhanî eşkere kiriye ku jiber belav bûna Koronayê û herwiha bo parastina tendirostiya hêzên xwe û hêzên pêşmerge, biryar hatiye dayîn daku prosesa perwerde kirinê bi awayekî demkî were rawestandin.

Piştî dawî hatina Koronayê vê prosesa perwerde kirinê dubare dest pê bike.

Ji aliyeke din ve her îro pêncşem, hêzên leşkerî yên Amerîkî rêkeftina vekêşana xwe ji navenda leşkerî ya hevpeymanan ya li Geyareyê li gel artêşa Îraqê îmze kirin û ev navenda han ya leşkerî radestî artêşa Îraqê kirin.

Top