• Tuesday, 10 February 2026
logo

20 welatiyên Iraq li 5 welatên cîhanê bi Koronayê ketine

Gulan Media March 27, 2020 Nûçe
20 welatiyên Iraq li 5 welatên cîhanê bi Koronayê ketine
Wezareta Derve ya Iraqê aşkere kir, ku 20 welatiyên wan li pênc welatên cîhanê bi vîrusa koronaya nû COVID-19 ketine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand, li gor zanyariyên ku di destê wan de hene, li 5 welatên cîhanê 20 haletên pozîtîv di nava diyasporaya Iraqî de hatine piştrastkirin.

Ehmed Sehaf diyar kir: “Hevahengiyên Wezareta Derve ji bo anîna kesên ku daxwaz dikin vegerin Iraqê, berdewam in.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê herwiha destnîşan kir, 10 kes li Urdinê, 6 kes li Îtalya, 2 kes li Lubnan, yek kes li Keneda û kesek jî li Îranê tûşî vîrusa COVID-19 bûne.

Ehmed Sehaf tekez kir, balyozxane û nûneratiyên me yên dîplomatîk hemû şiyanên xwe xistine tevgerê, ji bo ku ji rewşa tendirustiy wan kesan û dabînkirina çavdêriya pizîşkî bo wan agahdar bin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, li seranserê wî welatî tevî Herêma Kurdistanê 383 kes tûşî COVID-19 bûne, ku 29 kes ji wan mirine û 89 kes jî baş bûne.

Her ji ber zêdebûna rêjeya tûşbûyan, hikûmeta Iraqê duh biryara dirêjkirina qedexeya derketina derve li seranserê wî welatî da. Li gor biryarê, qedexeya derketina derve dê heta 11ê Nîsanê wate bo dema du heftiyên din berdewam bieke.

Rudaw
Top