• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sîxorekî Amerîkî li Îranê jiyana xw ji dest da

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Sîxorekî Amerîkî li Îranê jiyana xw ji dest da
Karmendê xanenişînkirî ya saziya lêkolînan a Federalî ya Amerîkayê, Robert Levinson ku zêdetirî 10 salan bû li Îranê girtî bû, jiyana xwe ji dest da û Serokê Amerîkayê jî dibêje, ew qebûl nake ku Levinson miribe.

Hikûmeta Amerîkayê piştrast kiriye, ku Robert Levinson ku bêhir ji 10 salan bû li Îranê girtî bû, di nav girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye.

Malbata Robert Levinson ragihandiye, li gorî wan zanyariyên ku çend hefteyan berî niha ji aliyê desthilatdarên Amerîkayê ve gihîştine wan , ew piştrast bûne ku Levinson jiyana xwe ji dest daye, lê ew yek berî belavbûna nexweşiya Koronayê li Îranê bûye.

Malbata wî sîxorî ragihandiye, ku ew zanyarî ji aliyê Wezîrê Derve yê Îranê ve bi dest wan ketine.

Saziya FBI hevxemiya xwe li gel malbata Levinson nîşan daye.

Robert Levinson di 9ê Adara 2007ê de li girava Kîşê ya Îranê hatiye girtin, berpirsên Amerîkayê ragihandine ku wî bi awayeke serbixwe kar dikir, lê piştre û li gor hin lêkolînan eşkere bû ku ew ji aliyê FBI bo kareke istixbaratî hatibû şandin.

Rudaw
Top