• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Tirkiyê 59 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Li Tirkiyê 59 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Li Tirkiyê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihişt 59 lesan û hejmara tûşbûyan jî bû 2 hezar û 433 kes.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya taybet li Twîtterê dawîn amarên derbarê vîrusa Koronayê (COVID-19) de belav kirin.

Li gor amarên ku Koca belav kirine, di dawîn 24 demjimêran de bi giştî 5 hezar û 38 test hatine kirin ku ji wan encama testa 561 kesan pozîtîv derketiye.

Her li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, di heyama rojekê de 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyên Koronayê jî gihiştiye 2 hezar û 433 kesan.

Rudaw
Top