Rêveberiya Xweser hişyarî da: Her kes pabendî biryaran nebe dê were cezakirin
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de daxwaz ji welatiyan kiriye, ku pabendiyê bi lîsteyên nirxan bikin û diyar kiriye, ku kesê pabendiyê neke dê bê sizadan.
Di daxuyaniyê de hatiye ku ew daxwaz dikin welatî ji malên xwe dernekevin û ti serdanên taybet nekin.
Herwiha amaje bi wê yekê hatiye dan, ku cenazeyên kesên ku li derveyî sînorên navçeyên Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane, têne pêşwazîkirin lê bi mercê ku rêkarên tendirustî yên pêwîst ji bo wan bêne kirin.
Her ji bo xweparastinê jî, Rêveberiya Xweser tekezî li ser wê yekê kiriye, ku çi kesê ji derve derbasî navçeyên di bin kontrola wê rêveberiyê de bibe, pêwîst e 14 rojan têkeve kerentîneyê.
Di heman daxuyaniyê de hatiye, ku rê hatiye dan, nivîsgehên diravguherînê di heftiyê de tenê rojekê bêne vekirin û ji bo wê yekê jî roja Înê hatiye destnîşankirin.
Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19 li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola rêveberiyê de, ji roja Duşemê 23ê Adarê ve û bo dema 15 rojan qedexeya derketina derve ragihandiye.
Heta niha li Rojavayê Kurdistanê ti kes bi vîrusa Koronayê neketiye, lê belê hikûmeta Sûriyê ragihandiye, ku li navçeyên jêr desthilata hikûmeta navendî 4 kes tûşî vê vîrusê bûne.
Li ser asta cîhanê jî heta niha 455 hezar û 156 kes li 195 welatênm cîhanê bi vîrusa COVID-19 ketine û 20 hezar û 494 kes jî bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane, ku rêjeya herî zêde ya mirinê li Îtalya, Ispanya û Çînê hatiye tomarkirin.
Rudaw
