• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezîrê tenduristiyê zanyarî derbarê 3 berkeftiyên nû yê Hewlêrê de aşkera kirin

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Wezîrê tenduristiyê zanyarî derbarê 3 berkeftiyên nû yê Hewlêrê de aşkera kirin
Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, sê berkeftiyên nû yên Hewlêrê kesûkarê wî berkeftiyê duh bûne.

Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di civîneke çapemeniyê ya li bajarê Helebçê de aşkera kir, ew sê kesên îro aşkera bûne berkeftiyên vîrusa korona ne, her sê jî xelkê gundê Gayincin ên ser bi qeza Xebat a li rojhilatê bajarê Hewlêrê.

Herwaha diyar kir yek ji berkeftiyan hevjîna wî berkeftiyê ku duh hatî ragehandinê ye, ewên din jî kurmam û kesûkarên wî ne û ji ber peyvendiyên li gel wî berkeftiyê duh ew jî ber heman şewbê ketine.

Li gor zanyariyên BasNewsê tenduristiya her sê berkeftiyan jî heta astekî başke û kontrol û test bo 84 kesên din ên wî gundi hatine kirin û berdewam dikin.

Basnews
Top