• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Bexdayê bi roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Li Bexdayê bi roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin
Îro bi sê roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin, lê belê roket li nêzîk avahiya balyozxaneyê ketin.

Sibeha îro 3 roket li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê, ku li navçeya Kesk a Bexdayê ye, ketin xwarê û heta niha ziyanên wan eşkere nebûne.

Piştî vê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê zenga haydarkirinê lêdaye, lê ti daxuyaniyek derbarê ziyanên wê êrîşê de eşkere nekiriye.

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, gelek caran balyozxane û binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê dibin armanca êrîşên roketî.

Rudaw
Top