• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara qurbaniyên COVID-19 li seranserê cîhanê 20 hezar kes derbas kir

Gulan Media March 26, 2020 Nûçe
Hejmara qurbaniyên COVID-19 li seranserê cîhanê 20 hezar kes derbas kir
Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrusê Koronayê (COVID-19) canê xwe ji dest dane, 20 hezar kes derbas kir.

Li gor zanyariyên malpera ‘Worldometer’ ku amarên COVID-19 li seranserê cîhanê kom dike, heta niha li ser asta cîhanê 20 hezar û 494 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane û 452 hezar û 156 kes jî bi wê vîrusê ketine.

Her li gor zanyariyan rêjeya herî zêde ya qurbaniyên COVID-19 li Îtalyayê hatiye tomarkirin ku heta niha li wî welatî 7 hezar û 503 kesan canê xwe ji dest dane.

Piştî Îtalyayê jî zêdetirîn rêje li Spanyayê hatiye tomarkirin ku li wî welatî jî 3 hezar û 434 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li Çînê jî ku şewba COVID-19 li wî welatî serî hildabû û li cîhanê belav bûbû, 3 hezar û 281 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Îranê jî ku dikeve rêza çarem di rêjeya qurbaniyên Koronayê de, 2 hezar û 77 kesan canê xwe ji dest dane.

Fransa di rêza 5an de ye û heta niha li welatî jî 1100 kesan bi COVID-19ê canê xwe ji dest dane.

Şewba COVID-19 ku yekem car li bajarê Wuhan ê Çînê hatibû dîtin, heta niha li 200 welat û herêman belav bûye.

Rudaw
Top