• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Kurdistanê rewşa 5 tûşbûyên koronayê baş bû

Gulan Media March 25, 2020 Nûçe
Li Kurdistanê rewşa 5 tûşbûyên koronayê baş bû
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku li wê parêzgeha Herêma Kurdistanê rewşa 5 tûşbûyên vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) baş bûye û bo malên xwe hatine şandin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Nesredîn îro Sêşemê 24ê Adarê li Silêmaniyê, 5 tûşbûyên koronayê çakbûn û bo malên wan hatine vegereandin, lê divê 14 rojên din, bên karantînekirin.

Li Herêma Kurdistanê bi pakbûna van 5 kesan ji vîrusa koronayê, hejmara kesên rewşa wan baş bûne û vegeriyana jiyana xwe rojane gihîşt 27 kesan.

Dr. Sebah Nesredîn herwiha diyar kir ku pabendbûna rênimayeyên di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de rewşa zûtir asatir dike.

Hejmara giştî ya kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Covid-19 ketine, gihîştiye 91 kesan.

Li Herêma Kurdistanê, heta niha 2 kes ji tûşbûyên vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top