• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Ewropayê hejmara kesên bi Koronayê ketine 200 hezar kes derbas kir

Gulan Media March 25, 2020 Nûçe
Li Ewropayê hejmara kesên bi Koronayê ketine 200 hezar kes derbas kir
Li welatên Ewropayê hejmara yên bi vîrusa koronayê ketine 200 hezar kes derbas kir, herî zêde jî li ‎Îtalya, Spanya, Almanya û Fransayê xelk bi wê vîrusê ketine.‎

Vîrusa koronayê dawiya Çileya 2020ê gihişte welatên Ewropayê û belav bû, lê di demeke kurt de, ‎gelek kes li welatên Ewropayê bi wê vîrusê ketin.‎

Îtalya yekem welatê Ewropayê ye ku hejmara herî zêde ya kesên pê ketine lê hatiye tomarkirin, heta ‎niha li wî welatî 69 hezar û 176 kes bi wê vîrusê ketine, 8 hezar û 326 kes baş bûne û 6 hezar û 820 kesan ‎jî canê xwe ji dest dane.‎

Piştî Îtalya, Spanya, Almanya û Fransa tên ku tenê li van hersê welatan nêzîka 100 hezar kes bi vîrusa ‎koronayê ketine.

Li cîhanê bi giştî heta niha 422 hezar û 959 kes bi vê vîrusê ketine, 109 hezar û 143 kes ‎baş bûne û 18 hezar û 907 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Top