Peyam Fethullah Resûl, lêkolînerê civakî û Rêveberê Plan û Şopandinê li Rêveberiya Giştî ya Çaksaziya Civakî ji bo Gulanê: Ji (1564) sizadarên madeyên hişber (911) jê bazirgan in û (653) jî bikarhêner in.
Peyam Fethullah Resûl, lêkolînerê civakî û Rêveberê Plan û Şopandinê li Rêveberiya Giştî ya Çaksaziya Civakî ji bo Gulanê: Ji (1564) sizadarên madeyên hişber (911) jê bazirgan in û (653) jî bikarhêner in.
Madeya hişber yek ji wan derdan e ku bi civaka mirovahiyê ketiye û metirsî û encamên pir xeternak li ser kes û civakê dihêle. Li ser vê pirsê û çawaniya rûbirûbûna vê madeya jehrî û çend mijarên din ên pêwendîdar, kovara Gulanê hevpeyvînek bi Peyam Fethullah Resûl, lêkolînerê civakî û Rêveberê Plan û Şopandinê li Rêveberiya Giştî ya Çaksaziya Civakî re saz kir.
Metirsiya madeyên hişber, alûdebûna ciwanan û bazirganiya bi wan çi ye û gelo metirsiya qaçaxçîtiya bi vê madeya jehrî li Herêma Kurdistanê gihiştiye çi astê?
Çend sal beriya niha dema behsa madeyên hişber û metirsiyên wê dihat kirin, qet nedihat bîra me ku rojekê civaka Kurdî jî wek welatên cîhanê û herêmê dê bikeve destê vê madeyê, yan jî ti kesek ji kesên civakê ji metirsî û ziyanên vê madeyê parastî nebe, bi taybetî li cem ciwanên me ku bi lez belav dibe û roj bi roj amarên bikarhêner û bazirganên vê madeyê zêde dibin. Niha tenê di çaksaziyên Herêma Kurdistanê de li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, 1564 sizadarên madeyên hişber hene ku 911 jê bazirgan û 653 kes jî bikarhênerên madeyê ne.
Sedema serekî ya vê diyardeya nenas di nava civakeke parastî ya wek ya me Kurdan de zêdetir vedigere ser çi?
Di nava vê civaka me de ku wek civakeke parastî tê naskirin, sedemên curbecur hene ku dihêlin ciwan alûdeyî madeyên hişber bibin. Di vê serdemê de ku wek serdema teknolojiyê û têkelbûna civakan tê dîtin, ti civak parastî nîne, bi taybetî ji bo civaka me ku em li Rojhilata Navîn in û ketine nava dilê komek welatên ku wek landika madeyên hişber tên naskirin. Lewra bi eşkere û veşartî ji welatên cîran madeyên hişber tên anîn nav Herêma Kurdistanê. Li gorî rapora dawî ya rêxistina (UNODC) ku taybet e bi warê tawan û madeyên hişber, Herêma Kurdistanê bûye korîdorek ji bo veguhastina vê madeyê bo welatên din ên cîhanê, ev yek jî dihêle ku belavbûna vê madeyê li navxweya Herêma Kurdistanê jî hêsantir bibe. Ji bilî vê, çendîn sedemên din hene ku bûne egera belavbûna zêdetir a vê madeyê li Herêma Kurdistanê. Em dikarin bibêjin ku sedem “derûnî, civakî, aborî, siyasî” ne, ku ev sedem dihêlin ciwan û xortên me pê ve girêdayî bibin. Nexweşiyên derûnî, bêkarî û rewşa aborî ya xirab, bûye sedem ku penahê bibin ber bazirganiya bi vê madeyê û paşê bikaranîna wê. Gihîştina hêsan a vê madeyê û bikaranîna wê li kafeterya û cihên giştî, dihêle ku bi awayekî pir bilez belav bibe û paşê bikarhêner ji bo bidestxistina madeya hişber tawanê jî dike. Ji bilî van sedemên ku hatin gotin, hebûna pêşîne û genetîka tawanê di nava hin malbatan de heye ku dihêle ev kes bi hatina her pêleke tawanê re her tim di rêza pêş de bin û amadekariyeke tam tê de hebe ji bo pêşxistina tawanê. Bêguman, vebûna Herêma Kurdistanê li hember welatên cîhanê û hatina geştyar û kesên biyanî bo nav Herêmê û hebûna hejmareke zêde ya karkerên biyanî û plan û meremên welatên cîran, sedemên din ên belavbûna bilez a madeyên hişber in li Herêma Kurdistanê.
Niha petayeke mezin bi Herêma Kurdistanê ketiye, ku ew jî belavbûna gelek metirsîdar a «madeyên hişber» e. Ev metirsî ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, belkî şîrazeya bi hezaran malbatan jî ji hev belav kiriye. Gelo wek lêkolînerek hûn çawa li wê metirsiya xeternak dinêrin?
Yek ji wan encamên xirab ên ku ji ber belavbûna vê madeyê derketiye holê, têkçûna şîrazeya malbatê ye. Ji ber ku dema serokê malbatê yan endamekî malbatê bi vê madeyê dikeve, bandoreke neyînî li ser endamên din ên malbatê dike, dihêle ku ev malbat perîşan bibe û barê wê yê aborî xwar bibe û kesê alûde bi dehan nexweşiyan dikeve û pêwîstiya wî bi çareseriya tenduristiyê dibe, û di dawiyê de şîrazeya malbatê têk diçe.
Herêma Kurdistanê xwedî yasayeke taybet e ji bo rûbirûbûna madeyên hişber û kartêkerên hişî, ku ew jî Yasaya Hejmar (1) a sala (2020)an e, taybet bi rûbirûbûna madeyên hişber û kartêkerên hişî li Herêma Kurdistanê. Derxistina vê yasayê tevî ku gaveke girîng a yasayî û di warê yasadanînê de bû ji bo rûbirûbûna metirsiyên madeyên hişber, di heman demê de hin bend û madeyên wê pêwîstî bi serrastkirinê hene, bi taybetî ew bendên ku pêwendiya wan bi ceza û ew derman û madeyên ku divê wek madeyên hişber û kartêkerên hişî bên naskirin ve heye. Herwiha serrastkirina bend û babetên taybet bi Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Madeyên Hişber, ku li gorî vê yasayê hatiye avakirin.
Rakirina madeyên hişber ji kokê ve, ji bilî ku pirseke niştimanî û neteweyî ye, heta çi astê girîng e ku bibe pirseke giştgir, û yasanas, dadwer, lêkolîner, mamosteyên ayînî, rewşenbîr, hunermend, rêxistinên civaka sivîl, medayakar û hemû çîn û beşên civakê tê de beşdar bibin?
Ji ber ku madeyên hişber metirsiyeke mezin e li ser civaka me, divê ev pirs bibe pirs û xema me hemûyan, ji ber ku metirsiyên belavbûna vê madeyê gefek e û ti yek ji me jê parastî nîne. Lewma divê rewşenbîr, hunermend, mamosteyên ayînî, siyasetmedar, dadwer, lêkolîner û tevahiya beşên cuda yên civaka me vê pirsê wek pirsa xwe bizanibin, ji ber ku ziyanên madeyên hişber ti sînoran nas nakin.
Wekî şareza û pisporê vê babetê, gelo ew yasaya ku ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê hatiye danîn, heta çi astê li gorî pêwîstiyê ye, yan pêwîstiya wê bi wê heye ku bê guhertin û ceza zêdetir bên tundkirin, bi taybetî li ser bazirganên madeyên hişber?
Derbarê yasayê de bi awayekî giştî gelek têbinî li ser hene, bi taybetî ji aliyê wan cezayên ku di yasayê de ji bo kesên bazirgan hatine danîn. Ji ber vê yekê, pêwîst e yasaya rûbirûbûna madeyên hişber bê guhertin û zêdetir bê tundkirin ji bo rêgirtin û rûbirûbûna zêdetir a torên tawanbar ên di warê bazirganiya bi vê madeyê de.
Gelo rêçareya tenduristiyê rola xwe dibîne, bi taybetî avakirina navendekê, yan nexweşxaneyeke taybet bi alûdeyên madeyên hişber?
Pêwîst e rêçareyên bilez ji bo rûbirûbûna madeyên hişber bên girtin. Tevî ku niha dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam wan çete û kesên ku bazirganiyê bi vê madeyê dikin digirin û radestî dadgehê dikin, lê ji bilî rêçareya ewlehiyê, divê hikûmet rêçareyên din jî bigire ber ji bo rûbirûbûna vê madeyê, ku ew jî çareseriya tenduristî û rehabîlîtasyona (şiyandin) wan kesên ku alûdeyî vê madeyê bûne û niha di çaksaziyan de girtî ne. Herwiha, pêwîst e kampanyayên hişyarkirinê yên berfireh li ser asteke berfireh a hikûmî, hizbî û medyayî bên girtin ji bo rakirina belayên vê madeyê. Herwiha, avakirina navendek an nexweşxaneyeke taybet ji bo çareserkirina bikarhêner û alûdeyan, gaveke girîng û erênî ye û divê karekî cidî bê kirin ji bo vekirina navend û nexweşxaneyeke taybet ji bo vê mebestê li hemû parêzgehên Herêmê. Di vê çarçoveyê de, niha li çaksaziyên Herêma Kurdistanê navendên taybet bi rehabîlîtasyona sizadaran hatine vekirin û berdewam mijûlî rehabîlîtasyona wan bikarhêner û alûdeyên ku di çaksaziyan de hatine sizakirin in. Di heyama kêmtir ji salekê ya xebata van navendan de, nêzîkî (750) alûdeyên madeyên hişber hatine rehabîlîtekirin û vegeriyane rewşa xwe ya asayî.
Hin dosye hene ku tê de amaje bi kesên xwedî bandor di wê bazirganiyê de tê kirin û heta niha nehatiye yekalîkirin, di vî warî de bi taybetî ji aliyê yasayî ve, divê çi ji bo wan dosyeyan bê kirin?
Derbarê hebûna kesên xwedî bandor û tevlîbûna wan di bazirganiya madeyên hişber de, hûn dikarin zêdetir vê pirsê ji sazî û dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Herêmê bikin. Ew erkdar in bi rûbirûbûn û girtina wan grûpan û şev û roja xwe xistine ser hev ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji van çeteyên qaçaxçî yên ku metirsiyê li ser herêma me çêdikin. Ez di wê baweriyê de me ku li Kurdistanê yasa serwer e û kes li ser yasayê re nîne ku nekarin rûbirûyî yasayê bikin.
Dema ku ew madeyên hişber ji aliyê dezgehên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar ve dest li ser wan tê danîn, gelo pêwîst nake ku piştî lêkolînê ew jehr li ber çavên kesên şareza û pêwendîdar û xelkê bê şewitandin û jinavbirin?
Derbarê vê babetê de dikare bi sazî û dezgehên ewlehiyê re bê axaftin, ji ber ku ew aliyê pêwendîdar ê vê babetê ne û kesên pispor û şareza yên vî warî hene. Lê her karekî ku bê kirin, pêwîst e şefafiyeteke tam tê de bê berçavgirtin, ji bo yasayîbûna temam a wê proseya ku tê kirin.
Gotinek heye ku dibe ku ji ber pîşeya we zêdetir agahiya we li ser hebe, tê gotin ku madeya hişber diçe nava çaksaziyan (girtîgehan), ev yek heta çi astê rast e?
Di salên borî de çendîn hewildanên birina madeyên hişber bo nava çaksaziyan hebûn, lê bi çavvekirîbûna karmendên çaksaziyan û hebûna pişkinîneke tund û tîtiz li deriyên çaksaziyan û hebûna amûrên pêşketî yên pişkinînê li çaksaziyan û derxistina rênimayên pêwîst ji bo rêgirtina li birina kelûpelên qedexekirî bo nava çaksaziyan, hemû ew hewildan hatine pûçkirin û niha ti haleteke bi vî rengî nîne.
Gulan
