• Sunday, 08 February 2026
logo

Serwer Kemal Hawarî, Brîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê bo Karûbarên Bazirganiyê ji Gulanê re: Rêgirtina li berhemên navxweyî li xalên kontrolê yên Iraqê şerekî aborî û êrişeke din e li dijî aborî û jiyara xelkê Kurdistanê

Serwer Kemal Hawarî, Brîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê bo Karûbarên Bazirganiyê ji Gulanê re: Rêgirtina li berhemên navxweyî li xalên kontrolê yên Iraqê şerekî aborî û êrişeke din e li dijî aborî û jiyara xelkê Kurdistanê

 

Serwer Kemal Hawarî, Brîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê bo Karûbarên Bazirganiyê ji Gulanê re: Rêgirtina li berhemên navxweyî li xalên kontrolê yên Iraqê şerekî aborî û êrişeke din e li dijî aborî û jiyara xelkê Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê tevgera bazirganiyê geşbûneke berçav bi xwe ve dîtiye, û gelek warên wekî hawirde, hinarde û firotina berhemên navxweyî yên kargehên Kurdistanê jî ber bi pêş ve çûne, lê li vir û wir astengî û zehmetiyên mezin jî li pêşiya geşbûna vê sektorê hatine çêkirin. Ji bo axaftina li ser pirsa danûstandina bazirganî û çend mijarên din ên têkildarî genimê cotkaran û nîşana bazirganî, Kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Serwer Kemal Hawarî, Brîkarê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê bo Karûbarên Bazirganiyê, saz kir.

*** Destpêkê em ji pirsa tevgera bazirganî li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest pê bikin. Gelo şerê Îsraîl û Îranê heta çi radeyê bandor li ser tevgera bazirganî li deriyên me yên sînorî kiriye? Gelo ev şer bandorê li ser mêjera xwarin û pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê dike?**

Tevgera hatûçûna bazirganî li hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê asayî ye û di vî warî de ti pirsgirêk nîne, lewma ez welatiyên Kurdistanê piştrast dikim ku pêwîstî bi ti nîgeraniyekê nake û li marketan û li bazaran hemû kelûpel hene. Me di destpêka Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, di serî de bi derketina belaya Koronayê û sistbûna danûstandina hawirde û hinardeyê li sînoran û bilindbûna lêçûna veguhestina xwarinê, nehîşt ku qeyrana xwarinê çêbibe, ku ev rewş li gorî wê demê ya ku gelek dijwar û zehmet bû, qet nayê berawirdkirin. Wê demê Rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokê Encûmena Wezîran, rasterast serperiştiya desteyeke xwarinê kir û rê neda ku li Herêma Kurdistanê qeyrana xwarinê çêbibe, lewma niha jî rojane dane û agahiyên hawirde û hinardeyê digihîjin destê me û rewş gelek asayî ye. Bêguman, hêsankarî û dîjîtalkirina karûbaran rolek di lezkirina karûbarên bazirganan de li deriyên sînorî hebûye. Niha li hemû deriyên sînorî yên «Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran, Perwêzxan û Başmax» me navendên bazirganiyê vekirine û bazirgan rasterast bi lez û bê derengî her li wir karûbarên xwe bi dawî dike.
*** Hikûmeta Iraqê ya Federal çawa ku bûdce û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bi awayekî nedestûrî û neyasayî birî, bi heman şêweyî astengî û berbestan li pêşiya danûstandina bazirganî û hinardekirina kelûpel û berhemên Herêma Kurdistanê bo navçeyên navîn û başûrê Iraqê datîne. Gelo ev yek heta çi radeyê zirar gihandiye kasibkar û berhemên navxweyî?**

Kesine di nav hikûmeta Iraqê ya Federal de hene, ku bi mebesta ziyangihandina aborî û jiyara xelkê Kurdistanê, ji bo lawazkirina qewareya Herêma Kurdistanê kar dikin. Ev yek ji bilî wan binpêkirin û paşguhxistina Herêma Kurdistanê û birîna bûdce û mûçeyên karmend û xanenişînên Herêmê, gelek pirsgirêk û astengiyên din jî ji bo sektora bazirganî û hinardekirina berhemên kargehên Kurdistanê bo navçeyên navîn û başûrê Iraqê çêkirine. Bi vê yekê, wan zirar gihandiye tevgera danûstandina bazirganî, mijara dexlûdan û wergirtina genimê cotkaran, mijara kompaniyan û kargehên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û mafên din ên Herêma Kurdistanê di sektora destûra hawirde û hinardeyê û firotina berhemên kargehan de. Tewra pirsgirêk ji bo wan kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê tên tomarkirin jî çêkirine. Pêkanîna van karên neyasayî û nedestûrî gelek bi pîlan hatiye darêjtin û mebest jê xeniqandina aborî û jiyara xelkê Kurdistanê ye, ev hemû jî di ber lawazkirina qewareya Herêmê û cîbicîkirina ajandayên derve û şovenîst de bûye. Eger em behsa kargehên Herêma Kurdistanê bikin, ku hejmara wan ji 4000 kargehên navxweyî û biyanî yên mezin û navîn derbas bûye, gelek derfetên kar ji bo ciwanan peyda kirine. Bêyî cudahî, ev derfetên kar hatine peydakirin, ango karmend û karkerên ji netewe, ol û mezhebên cuda tê de hene, di nav wan de gelek karkerên bi eslê xwe Ereb jî hene. Lê belê ew, li şûna ku piştgiriya pêşxistina pîşesaziya navxweyî bikin, hatine zirar gihandine vê sektorê. Ev yek ligel wê yekê ye ku berhemên van kargehan heta radeyeke baş pêdiviyên navxweyî li Herêma Kurdistanê pêk anîne û binesaziyeke aborî ya bihêz ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ava kirine, ji ber ku Iraq weke dewlet û bi herêma xwe ya federal ku Herêma Kurdistanê ye, ji Zaxoyê heta bendera Faw yek pakêteke aborî ye. Tewra 75-80% ji berhemên van kargehan li navçeyên navîn û başûrê Iraqê tên firotin, ango çawa ku wan bi xwe li Iraqê nekarîne binesaziyeke aborî, pîşesazî û berhemhêner a rast û bihêz ava bikin, nahêlin li Herêma Kurdistanê jî ew binesaziya bihêz a sektora pîşesaziyê hebe. Ew amade ne kelûpel û berhemên biyanî bi pereyên zêde û rusûmat û bacên zêdetir hawirde bikin, lê rê li berhemên baş û bi kalîteya bilind ên Herêmê digirin. Genim li sayloyên Kurdistanê maye, lê genimê bi kalîteya nizm ê welatên biyanî hawirde dikin. Ev di demekê de ye ku em bi wê kontrola kalîteyê kar dikin ku bi taybetmendî, rênimayî û yasayên wan derçûye. Komek li Bexdayê ku desthilata wan di nav hemû wezaret û saziyên federal de heye, bi awayekî axaftin û reftarê dikin ku ew navendî ne, ne federal, ango bi ti awayî pabendî destûrê nînin, ew destûra ku federalîzmê çespandiye û bi dehan madde û bendên tê de hene û maf û erkên di navbera Herêm û Bexdayê de diyar kirine. Ew nêzîkî du salan e dem bi dem bi rêya xalên kontrolê rê li ber birina berhemên navxweyî yên kargehên me bo navîn û başûrê Iraqê digirin. Li Iraqê du wezaretên cuda yên Bazirganî û Wezareta Pîşesazî û Kanayan hene. Wan di destpêkê de destûra pêşxistina pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê nas nedikir û paşê gotin divê her xwediyê kargehekê were Bexdayê û destûra piştgiriya pîşesaziyê werbigire, da ku rê bidinê berhemên xwe bişîne navçeyên navîn û başûrê Iraqê. Niha daxwaza barkodê dikin û careke din daxwaza (QR) kirin. Her ku em mijarekê çareser dikin, ew astengî û pirsgirêkeke nû çêdikin. Ev di demekê de ye ku hemû yasayên ku kargehek an kompaniyek pê tê tomarkirin li Herêma Kurdistanê û Iraqê wek hev in. Lewma divê Iraq li şûna ku rê li berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bigire û ceza û şerekî aborî û êrişeke din li dijî aborî û jiyara xelkê Kurdistanê pêk bîne, piştgiriya berhemên kargehên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bikira, li şûna ku kelûpel û berhemên derve hawirde bike û zirarê bide nirxê diravê xwe û binesaziya xwe ya aborî. Diviyabû ew teşwîqkar û piştgirê berhemên navxweyî bûna, çawa ku bangeşeya piştgirî û teşwîqkirina berhemên navxweyî dikin. Ev kes gelek afirîner in ji bo çêkirina pirsgirêkan ji bo xelkê Kurdistanê. Ji bo ku em sûdê ji genimê xwe wernegirin, Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê ji me re gotiye, biçin ji sayloyên Nînowa û Geyarayê genim bînin û li kargehên Herêmê bikin ard. Bi vê yekê, genimê me bi xwe li sayloyên Kurdistanê maye. Weke mînak, li sayloya Quştepeyê sala borî me 38 hezar ton genim wergirtiye û diviyabû bihata valakirin, lê belê maye. Ev di demekê de ye ku Iraq genim ji Kanada û Amerîkayê dikire û yê sayloyên Herêmê wernagire. Ev jî ji bo wê yekê ye ku dema were ser wê ku em genim ji cotkaran werbigirin, ji me re bêjin şiyana we ya wergirtina genim nemaye. Baş e, ji me re 400 hezar ton genim hatiye terxankirin ku em ji cotkaran werbigirin, lê 322 hezar ton genim li sayloyan maye.
*** Piştî ku proseya wergirtina genim li sayloyên Herêma Kurdistanê hate ragihandin, gelo ev prose gihîştiye kû û mijara kêmbarînê heta çi radeyê zirar gihandiye berhemê genimê îsal ê cotkaran?**

Îsal ji ber kêmbarîna baranê, ji bo cotkaran saleke dijwar bû, lewma berhemê genimê cotkaran li seranserê Iraqê û tevî Herêma Kurdistanê jî kêm bû. Ligel vê yekê, tê pêşbînîkirin ku li Herêma Kurdistanê mêjera yek milyon ton genim hebe, lê Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê ji bo îsal mêjera 400 hezar ton genim diyar kiriye, di demekê de ku sala borî 700 hezar ton bû û sala 2023an 500 hezar ton bû. Mixabin, diyarkirina vê mêjera genim ji bo Herêma Kurdistanê kêm e. Ev di demekê de ye ku ji bo hin parêzgehên Iraqê wergirtina genim bê diyarkirina mêjerê ye û çiqas bibin, li sayloyan ji wan tê wergirtin. Pirsgirêk ew e ku plana çandiniyê li Iraqê derdikeve, têkiliya wê bi Wezareta Çandiniyê ya Federal re heye. Derbarê nirxê wê de, Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê ya Federal ji bo tonek genim 850 hezar dînaran ji cotkar dikire, ji bo genimê avî, û ji bo her tonek genimê deymî jî 800 hezar dînaran dide. Me zû li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Bazirganiyê amadekariyên xwe ji bo werza firotina dexlûdanê ya îsal kirin. Em ligel hemû rêveberên sayloyên ser bi wezareta me re civiyan û me amadekariyên xwe zû bi dawî kirin. Me tedbîrên pêwîst jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan girtin da ku di dema wergirtina genimê cotkaran de hêsankarî zêdetir were kirin. Li gorî şopandinên me, karûbarên wergirtina genim li sayloyan gelek baş birêve diçin. Niha wergirtina genim li 11 sayloyan ji bo nêzîkî 45 hezar cotkaran dest pê kiriye. Ev jî vedigere ser destkeftên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku li seranserê Herêma Kurdistanê û li bajar û navçeyên cuda yên Kurdistanê gelek saylo û embarên me hene, wek sayloya Hewlêr, Quştepe, Pîremegrûn, Ranya, Şarezûr, Çemçemal, Kelar, Fayde, Şêxan, Zaxo û Roviya, ku sala borî zêdetirî 580 hezar ton hatin embarkirin. Her di vê kabîneyê de me çend sayloyên 40 hezar tonî ava kirine û 78% ji karên sayloya Helebceyê bi dawî bûne û sayloya Zaxoyê jî di tenderê de ye. Ev ji bilî avakirina pênc embarên kelûpelên xwarinê li Berdereşê û embareke modern ji bo embarkirina birincê qûpona xwarinê ya mehane û avakirina sayloya 80 hezar tonî li Silêmaniyê û li navçeya Hwaneyê heşt embar hatine avakirin. Li Helebceyê jî, wek min amaje pê da, piraniya karên sayloya 40 hezar tonî bi dawî bûne. Ev çend mînakên wan kar û projeyên mezin in ku roleke mezin ji bo avakirina binesaziya sayloyan li Herêma Kurdistanê hebûne. Bi xweşhalî, sala borî hemû cotkarên Herêma Kurdistanê pereyê genimê xwe wergirtin. Ew cotkarên ku genimê wan jî nehatibû wergirtin, bi hewl û xîreta nivîsgeha Serokê Hikûmetê bi rêya çend kompaniyên mezin ên navxweyî genimê wan hate wergirtin û pirsgirêkên wan hatin çareserkirin, çawa ku pereyê genimê salên borî yê ku nehatibû dayîn, berî destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo salên 2014, 2015 û 2016an bi hewla nivîsgeha Serokê Hikûmetê ji cotkarên birêz re hate vegerandin.
*** We behsa çêkirina pirsgirêkan ji bo kompaniyên navxweyî û nîşan û navên bazirganî kir. Gelo di vê mijarê de jî bi niyeta ziyangihandina Herêma Kurdistanê tevdigerin?**

Rêveberiyeke me heye bi navê Rêveberiya Nîşanên Bazirganî, ku bi heman yasaya sala 1957an a Iraqê kar dike. Lê ew hincetan bi kompaniyan digirin û dibêjin divê li cem me jî bên tomarkirin, di demekê de ku em baweriyê bi nîşanên bazirganî û brandên kompaniyên wan ên ku li Iraqê hatine tomarkirin, tînin. Ew dibêjin em navend in û divê hûn bibin beşek ji me. Eger em bi vê yekê razî bibin, wê demê tomarkirina zêdetirî 37 hezar kompaniyan dibin cem xwe û berevajî destûrê, zirareke mezin digihînin Herêma Kurdistanê. Ew dibêjin, divê serverek ji bo tevgera bazirganî li deriyên sînorî hebe, lê divê serverek jî hebe da ku em bizanibin li bender û deriyên wan çi tevgereke bazirganî heye. Lê ew bi vê yekê razî nabin û dibêjin divê server li Bexdayê be û logoya Iraqê li ser be û logoya Herêmê li ser nebe û ti desthilata me nebe. Ev yek berevajî destûrê ye û em naçin bin barê van hemû pîlan û mebestên xerab.
*** Ev pirsgirêk li ser mijara beşa xwarinê ya welatiyan jî hene, ji ber ku wisa xuya dike ku fermanek ji hemû wezaretan re hatiye dayîn ku di hemû mijaran de pirsgirêkan ji bo Herêma Kurdistanê û saziyên wê çêbikin. Hûn di vî warî de çi dibêjin?**

Ji 23/10/2022an ve, peymaneke di navbera Wezareta Bazirganiyê ya Herêmê û Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê de heye, ku mixabin ne tenê pê pabend nînin, belkî amade nînin ku em ji nû ve gotûbêj û danûstandinan jî bikin. Weke mînak, di sala 2022an de heft beşên ardê dane tevahiya Iraqê, lê li Herêma Kurdistanê du beşên ardê nedane me. Ev di demekê de ye ku ev genim ji lêçûnên serwerî (xercî sîyadî) tê kirîn û nadin me. Dema ku em di vê mijarê de ji wan re dibêjin çima tevahiya beşa ardê me nadin, ji me re dibêjin rewşa we baş e. Ev di demekê de ye ku genimê me li piraniya sayloyên Kurdistanê heye. Wan genim daye hin welatan, bê pere û belaş, lê nadin welatiyên Kurdistanê. Cihê mixabiniyê ye ku Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê ligel rêveberiyên giştî û rêveberiyên Wezareta Bazirganiyê ya Herêmê wekî şaxekê muameleyê dike. Xaleke din a girîng ew e ku Herêma Kurdistanê di girêbest û kirîna beşên xwarinê yên welatiyan de nûnertiya wê nîne, di demekê de ku ev yek bi bûdceya serwerî tê kirîn û 12,65% para Herêma Kurdistanê ye, lewma kalîteya xwarinên beşa xwarinê ya welatiyan ji aliyê kalîteyê ve pir caran pirsgirêk tê de hene. Bi giştî, muameleya Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê li hember Herêma Kurdistanê ji muameleya wezaretên din ên darayî û petrolê ne baştir e û her wezaretek bi şêwazekî berevajî destûr û bûdce û yasayên xwe jî muameleyeke xerab ligel Herêma Kurdistanê dike.

 

Gulan

Top