• Sunday, 08 February 2026
logo

Doktor Mihemed Rêkanî, Dozgerê Giştî ji Gulanê re: Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişber kêmasî tê de hene û divê bê sererastkirin

Doktor Mihemed Rêkanî, Dozgerê Giştî ji Gulanê re: Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişber kêmasî tê de hene û divê bê sererastkirin

 

Doktor Mihemed Rêkanî, Dozgerê Giştî ji Gulanê re: Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişber kêmasî tê de hene û divê bê sererastkirin

Li Herêma Kurdistanê bikaranîn û qaçaxçîtiya bi madeyên hişber re zêde bûye. Ji bo rûbirûbûn û cezakirina wan kesên ku qaçaxçîtiyê bi van madeyên jehrî û metirsîdar dikin, pêwîstiya me bi sererastkirina yasayê, derxistina rênimayên nû û çawaniya şêwazê rûbirûbûnê heye. Ev ji bilî wê yekê ku divê bikarhênerên madeyên hişber wek bazirgan û qaçaxçiyên van madeyan neyên dîtin û pêwîstiya wan bi çareseriyê heye. Li ser vê mijarê, kovara Gulanê hevpeyvînek ligel Doktor Mihemed Rêkanî, Dozgerê Giştî û xwediyê bawernameya doktorayê di yasaya giştî û tawanên navdewletî de, pêk anî.

*Metirsiya madeyên hişber wek amûdebûna ciwanan û bazirganiya pê çi ye, û metirsiya qaçaxçîtiya bi vê madeya jehrî li Herêma Kurdistanê gehiştiye çi astekê?

Niha li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê, bikaranîn û qaçaxçîtiya bi madeyên hişber re yek ji tawanên metirsîdar û mezin e. Ev tawan wek yek ji wan nexweşiyan tê hesibandin ku gelek belav bûye û bandorên wê yên tirsnak hene, bi astekê ku em dikarin bibêjin li ser asta cîhanê wek tawana navdewletî ya yekem tê hesibandin. Madeya hişber wek bazirganiyeke navdewletî lê hatiye, bi taybetî ji aliyê kesên mafya ve ku bazirganiyê pê dikin. Ev jî tawaneke gelek mezin û metirsîdar e ku em dikarin metirsî û ziyanên wê bi giştî li ser wan kesên ku madeyên hişber bi kar tînin û pê amûde bûne, ji çar aliyan ve binirxînin:
Yekem: Aliyê civakî, ango her kesê ku bi vê tawanê dikeve, ew ji malbat, civak û derdora xwe diqete û dibe kesekî bêîrade û negatîf, ev jî ziyanê digihîne malbat û civaka wî.

Duyem: Aliyê metirsiyê li ser tenduristî û jiyana wan kesên ku vê madeya metirsîdar bi kar tînin, ku bi berdewamî tenduristiya wan ber bi xirabûnê ve diçe. Ev jî dike ku nikaribe ti kar û karsaziyekê bike, ji ber ku hemû endamên laşê wî bêtawan û bêhêz dibin û mejî û hestiyên wî şelet dibin, bi astekê ku şiyana livînê namîne. Hinek caran bikarhênerê madeya hişber xwe dikuje, an jî tawanên din ên wek kuştin û diziyê dike.

Sêyem: Ziyan û metirsiyên aborî jê derdikevin. Ev jî ji du aliyan ve ziyaneke mezin digihîne, wek ku em dibînin ew hemû sazî û dezgehên hikumetê û aliyên peywendîdar bi vî tawanî ve mijûl dike û ziyanê digihîne dewlet û malbata wî bi xwe, ji ber ku ev diyarde bi bazirganiya xwe ve karekî neşerî ye û ne li ser bingeheke aborî ya rast û durist e.

Çarem: Metirsî li ser aliyê asayişa neteweyî. Bikarhênerên madeyên hişber ji bo bidestxistina vê madeyê, dijî netewe û niştimanê xwe tên bikaranîn, ango berê xwe didin xiyanet û karê sîxuriyê û têkdana civak û welatê xwe. Bi vê yekê asayiş û seqamgiriya welat dikeve ber du rêyên nexwestî.

Ji bilî van metirsî û ziyanên bikarhênerê madeya hişber, çendîn metirsî û ziyanên wê yên din jî hene. Herwiha ji bo pêşkêşkirina data û rêjeya wan kesên ku ev tawan kirine di bazirganî û bikaranîna madeyê de li Herêma Kurdistanê, heta meha heşt a sala 2024an zêdetirî (5000) kes li ser bazirganî, bikaranîn û veguhastina madeyên hişber hatine girtin û cezakirin. Di şeş mehên destpêka îsal, 2025an de, heta îro tenê dosyeyên wan tawanbarên ku li ser tawana (cinayet) hatine ba me wek Serokatiya Dozgeriya Giştî ku cezayên wan ji pênc salan û ber bi jor ve ne, (516) dosye ne. Ji vê hejmarê jî, yên ku bi dosyeya bazirganiya bi madeyên hişber ve hatine cezakirin, gehiştiye (278) kesan. Ev ji bilî hejmara wan kesên di nav çaksaziyan (girtîgehan) de ne ku wek bikarhênerên madeyên hişber hatine ragirtin. Ev jî hejmareke gelek mezin e, bi taybetî ji bo welatekî wek ê me. Ev hejmar îşaretek in ku bazirganî û bikaranîna madeyên hişber zêde bûye, lewma divê ev diyarde bê çareserkirin. Di sala 2022an de stratejiya hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna madeyên hişber hate ragihandin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku hemû alî, hikumet û aliyên peywendîdar, hest bi vê metirsiya kujer kirine. Mixabin, madeya hişber li Herêma Kurdistanê di belavbûnê de berdewam e û zêdetir malbat û civakê ji hev belav dike. Her çend ligel ragihandina stratejiya hikumeta Kurdistanê ji bo rûbirûbûna madeyên hişber, kar û planên baş û bi hêz hatine cîbicîkirin, bi westandina aliyên ewlehiyê, dadweran û aliyên din ên peywendîdar. Ligel vê jî, eger em li ziyan û metirsiyên madeyên hişber li ser asta tevahiya cîhanê binerin, em matmayî dimînin. Datayek derbarê kesên ku bi hişberê ketine û pê amûde bûne li tevahiya cîhanê heye, tenê di sala 2024an de (300) milyon kesî ew bi kar aniye, û salane yên ku bi vê jehrê mirine, sê milyon kes in. Li welatekî wek Sûriyê ku metirsîdartirîn welatê herêmê ye di bikaranîna madeyên hişber de, salane bi taybetî di sala 2024an de hejmara bikarhênerên madeyên hişber gihîştiye nêzîkî 840 hezar kesî. Sedema wê jî vedigere wê yekê ku li kîjan cihî şer, alozi, rewşa aborî ya xirab û nebûna seqamgiriyê hebe, ew cih bi vê diyardeyê dikeve. Mînak, welatekî wek Venezuela ku wek mezintirîn welat tê dîtin di warê bazirganî û bikaranîna madeyên hişber de, ji ber ku berpirsên mezin û desthilatdarên wî welatî jî di vê bazirganiyê de cih digirin, wekî ku cîgirê serokê welêt bi bazirganiya madeyên hişber ve tevlî bûbû.

*Gelo sedema sereke ya vê diyardeyê di nav civakeke parêzgar wek ya me Kurdan de, zêdetir ji ber çi ye?

Bi raya min, sedem heşt xal in:
Xelkê me, bi taybetî ciwan, agahî û şarezayiya wan derbarê metirsî, ziyan û encamên wê de nîne.
Dema ku pêwendiyên malbatê ne baş bin û têk biçin, û dê û bavê ciwanan ji hev cuda bûbin û kes hay ji kesî nebe.
Hejarî û nexwendevanî.
Hinek caran ciwan ji ber zêde dewlemendî û îsrafa zêde ya pereyên ku ji bo bidestxistina wan newestiyane, bi van mijaran dikevin.
Gelek caran dê û bav hay ji zarokên xwe nînin û çavdêriya wan nakin.
Hevalên xirab û bêagahiya ji hevaltiya kesên tawanbar û xirab. Ev sedemeke gelek metirsîdar e ku kesek bi hevalên xirab bikeve, bi taybetî dema ku ew vê jehrê belav dikin.
Nebûn an kêmbûna hesta olî û nizanîna ku bikaranîna vê madeyê heram e.
Kêmbûn an nebûna derfetên kar.
Bi giştî, sedemên din jî gelek in, wek peydabûna du çînan di civakê de ku çînek gelek dewlemend e û ya din gelek hejar e û tiştekî wê nîne. Ev jî dike ku hinek kes penaberî bazirganî an bikaranîna madeyên hişber bibin.

*Niha petayeke mezin li Herêma Kurdistanê belav bûye, ew jî belavbûna gelek metirsîdar a madeyên hişber e. Ev metirsî ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, belkî şîraza bi hezaran malbatan jî ji hev belav kiriye. Gelo hûn wek yasayîzanek, çawa vê metirsiya tirsnak şîrove dikin?

Madeya hişber metirsiyeke gelek mezin e û sedemeke sereke ye ji bo jihevqutbûna malbatan. Ji ber ku kesê ku bi vê tawanê dikeve, paşê tê cezakirin û cezayê herî kêm pênc sal e, an jî zêdetir diçe girtîgehê. Ev jî dike ku ew kes ji malbata xwe qut bibe. Di heman demê de, dibe ku hevjîn û zarokên wî hebin, û di wê demê de ew bêkes dimînin, ku ev yek dibe sedema perçebûn û jihevketina nav wê malbatê. Herwiha di hinek rewşan de, hevberdan di navbera hevjînan de çêdibe û zarokên wan sergerdan dibin. Rewş jî hene ku kesê ku madeya hişber bi kar tîne, hevjîn û zarokên xwe jî fêrî bikaranîna wê jehrê dike, an jî dibe sedem ku malbatek çêbibe ku bibe çavkaniya bextreşiyê ji bo civakê. Yasaya Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Herêma Kurdistanê hejmar (1) a sala 2020î ku hatiye sererastkirin, yasayeke tund e, bi taybetî ji bo wan kesên ku bazirganiyê bi madeyên hişber dikin. Bêguman, yasa ji bo wan kesên ku wê bi kar tînin, belav dikin an jî her kesê ku kesekî din teşwîq bike ku wê bi kar bîne, ji bo wan jî li gorî asta tawanê cezayên wan tund in. Ango, li gorî yasayê, her kesê ku bazirganiyê pê bike, an wan madeyên hişber bi kar bîne, an jî di her aliyekî vî tawanî de beşdar be, cezayê wî di navbera pênc sal û mehekê heta îdamê de ye, ligel cezayê pereyan ji 30 milyon heta 90 milyon dînaran. Lêbelê, yasa kêmasiyan dihewîne, lewma pêwîst e bê sererastkirin, bi taybetî di wê yekê de ku nehatiye diyarkirin, ka çiqas made dikeve çarçoveya bazirganiyê. Ji ber ku ew tawanbarên ku li ser bazirganiya bi madeyên hişber di wan dosyeyên ku niha li ber dest in û hatine cezakirin, hinek ji wan gramek, nîv gramek an du gram ji wan hatine girtin. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku ev tawanbar wek bazirgan nayên binavkirin. Lewma divê yasa bê sererastkirin û tê de bê destnîşankirin ku çiqas madeya hişber dikeve çarçoveya bazirganiyê. Ji ber ku bazirgan ew kes e ku wê madeyê ji derveyî welat tîne, an alîkariyê di anîna wê de dike, an jî wê belav dike. Her çend ewên ku dosyeyên wan heta niha li ber dest in û wek bazirgan hatine cezakirin, piraniya wan, wek ku mirov bibêje, qurbaniyên bazirganên mezin in. Ew jî heta niha nehatine girtin an ew kes in ku nayên ber dadgehê, an çavkaniya wan nayê dîtin, an jî eger bên dîtin, ew rêkarên yasayî bi wî şêwazî ligel wan nayên kirin ku bên dayîn dadgehê. Belkî ewên ku hatine girtin û cezakirin ku tên ba me û em li dosyeyên wan dinêrin, hemû an ji %80 heta %90 ew in ku miqdarek gelek kêm a madeya hişber bi kar anîne, an firotine, an kirîn û firotin pê hatiye kirin û li cem wan hatiye girtin, ku ev hemû wek bazirgan hatine hesibandin.
*Hinek doz hene ku tê de îşaret bi kesên xwedî nifûz di vê bazirganiyê de tê kirin û heta niha nehatiye yekalîkirin, an jî aliyên peywendîdar nikarin li ser bixebitin. Di vî warî de, bi taybetî ji aliyê yasayî ve, bi dîtina we çi ji bo wan dozan bê kirin baş e?

Bi rastî, ez di wê baweriyê de me ku her kesê ku bi mebesta bazirganiyê madeyên hişber bikire, bifroşe, biçîne, ji derve bîne, an jî bi rêya kargehan berhem bîne, her yek ji van dikeve çarçoveya bazirganiya bi madeyên hişber. Mînak, dibe ku ew kesên ku li nav Herêma Kurdistanê wan madeyên hişber diçînin, an ew kesê ku vê bazirganiyê dike kesekî xwedî nifûz û desthilatdar e û dibe ku piştevanên wî hebin. Pêwîst e desthilata Herêma Kurdistanê bi cidî ti kes li hember yasayê neparêze, ji ber ku ev karesatek e ku sibe hemû malbatan û niştimanê me digire. Ji ber vê yekê, çavpoşîkirina li ser mijara kesekî xwedî nifûz ê ku bi madeyên hişber ve tevlî bûye, dike ku xiyaneteke mezin li vî niştimanî, li paşerojê û li dîroka vî gelî bê kirin. Zêdetirî 100 sal in ku xelkê me xwe ji bo vê ax û vî gelî kiriye şehîd, me qurbanî daye da ku em bigihîjin hebûneke xwe. Nabe ku em bi hêsanî xwe teslîmî hinek kesên mafyayî bikin. Lewma divê ti kes neyê çavpoşîkirin û divê hikumet wan kesan bigire û bigihîne cezayê wan.
*Rûbirûbûna madeyên hişber ji bilî ku pirseke niştimanî û neteweyî ye, heta çi radeyê girîng e ku bibe pirseke giştî û yasayîzan, dadwer, mamosteyên olî, rewşenbîr, hunermend, rêxistinên civaka sivîl, medyakaran û hemû çîn û tebeqeyên civakê tê de beşdar bibin?

Gelek pêwîst e. Ango di bingeh de, ji çareseriyê girîngtir, wek ku tê gotin (Xweparastin ji çareseriyê çêtir e). Ji ber ku:
Yekem: Dem, pere û demeke zêde ji me re vedigerîne. Ji ber ku li şûna ku dezgehên polîs, dadwer û dezgehên din hemû mijûl bin ku çawa vî kesî bigirin, ceza bikin û di nav çaksaziyan de xwedî bikin, ku ev hemû westandin û lêçûn e, berî her tiştî divê giringiyeke mezin bi hişyariya derbarê van madeyên jehrî bê dayîn. Herwiha, divê li dibistanan metirsî, sedem, çawaniya ketinê û xweparastin wek programek bê xwendin. Pêwîst e mamosteyên olî jî bi berdewamî, an jî di gotarên roja înê de dem bi dem li ser hişyarkirina derbarê madeyên hişber bixebitin. Bi giştî, divê hemû çîn û tebeqeyên civakê ji aliyê xwe ve bi şano, fîlm, semînar û civînan hişyariyê li ser madeyên hişber bidin û gelek tekezî li ser metirsiya pirralî ya vê jehrê bê kirin. Ji aliyekî din ve, pêwîst e li şûna ew hemû lêkolîn, analîz û maseyên girover ên siyasî ku tên kirin, beşek ji programên televîzyon, radyo û amûrên din ên medyayê ji bo gihandina hişyariyê li ser madeyên hişber bê terxankirin, ku ew çiqas metirsîdar û wêranker in.

*Gelo ji bo rêgirtin û tune-kirina vê diyardeyê, rêya çareseriya tenduristî rola xwe dibîne, bi taybetî bi avakirina navendek an nexweşxaneyeke taybet?

Bi rastî, pêwîstî bi wê yekê heye ku navendên taybet bi rehabîlîtasyonê hebin. Ango, dema ku kesek pê ket û hate cezakirin, qonaxa duyem ew e ku em çawa vî kesî vegerînin nav civakê û dîsa bibe kesekî bikêr ji bo xwe, malbat û civaka xwe. Li vir pêwîst e ku aliyê tenduristiyê navendên taybet bi rehabîlîtasyonê ava bikin, da ku ew kesê ku li ser vî tawanî hatiye cezakirin, wek nexweşekî muamele pê re bê kirin, ne wek tawanbarekî. Ji bo vê mebestê, niha navendek li Şeqlaweyê hatiye avakirin û di çaksaziyên Dihok û Silêmaniyê de jî beşek vekirine da ku ew kes ji nû ve bên têkarkirin (îade tehîl). Lê ev kar pêwîstî bi navendeke stratejîk a mezin û stafekî temam û şareza heye. Ji aliyekî din ve, biryar e ku li Hewlêrê jî nexweşxane an navendeke hemdem bê avakirin, û ji bo vê yekê cih jî destnîşan kirine. Ji ber ku ew kesên ku bi vî tawanî hatine cezakirin, nabe ku ligel wan girtiyên din ên ku çendîn tawanên mezin ên wek kuştin û diziyê kirine, bên tevlihevkirin.

Gulan

Top