Ceifer Şêx Mistefa, berpirsê Liqa 15 ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi Kurdistan24 re ragehand, çend çekdarên nenas Pêşmergeyek li Xaneqîn, li nêzîk yarîgeha Xaneqîn şehîd kirin.
Ragehand jî, zaroyekî temen çar salî ku kurê wî şehîdîye di bûyerê de birîndar bûye.
Amaje bi wê yekê jî kirîye, ew Pêşmerge ser bi Fewca 3 ya Lîwa ya 3 ya hevpişik bûye û navê wî Behzad Reûf e.