• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Hewlêr û navçeyên wê çûnûhatina bi pêyan jî hat qedexekirin

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Li Hewlêr û navçeyên wê çûnûhatina bi pêyan jî hat qedexekirin
Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Parêzgeha Hewlêrê bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî piştî civînekê di daxuyaniyekê de çend rêkarên nû li sînorê parêzgehê ragihandin.

di daxuyaniyê de hat, ji bilî ku çûnûhatina bi otombîlan heta 1ê Nîsanê hatiye qedexekirin, çûnûhatina welatiyan bi pêyan li ser kolanên qeza, nahiye û navenda bajarê Hewlêrê jî qedexe ye, tenê welatî dikarin ji bo kirîna xwarin û pêwîstiyan derkevin, ji bo wê mebestê jî tevahiya hêzên ewlehiyê hatine belavkirin, her kesek pabend nebe, dê rûbirûyî yasayan bibe.

Herwiha tevahiya market, nanxane û semoxane û her cihên rê jê re hatine dayîn kar bikin, divê pabendî tevahiya rênmayên tenduristî bibin, heger na jî, dê cihên wan werin girtin.

Odeya Operasyona Rûbirûbûna Vîrusa Korona ya Parêzgeha Hewlêrê daxwaz ji hemû welatiyên sînorê parêzgeha Hewlêrê dike, pabendî biryarên qedexeya çûnûhatinê û rênmayên tenduristî bicih bikin û li malên xwe bimînin.

K24
Top