• Tuesday, 10 February 2026
logo

Efrîn - Dizî û tala gûrûbên çekdar dewam dike

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Efrîn - Dizî û tala gûrûbên çekdar dewam dike
Gûrûbên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bi armanca dizî û talaniyê û koçberkirina Efrîniyan ji cih û warên xwe, bi her awayekî zulm û zorê li Efrîniyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, bi armanca têkbirina rewşa ewlehiya Efrînê, tirs û hovê bixin dilê welatan û bi taybet ê Kurdan û ji bo dizî û talanê bikin û welatiyan birevînin, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, ji roja 18 ta 23ê Adarê bi awayekî rojane teqîn yan bi riya otombîl yan bi riya motorsîklan li Efrînê kirin.

Da zanîn jî, li gundê Maratê grûpa çekdar El Hemzar bi armanca avakirina baregehekê ji çekdarên xwe re, baca hezar Lîre Sûrî li ser her seriyeke pez ferz kir, ta bi wê yekê nêzîkî 2 milyon Lîreyên Sûrî ji gundiyan kom bike.

Li gundê Omera yê navçeya Raco jî, grûpa El Muntesêr dest danî ser 3 tirektorên Henîf Bilal Hemû, Mihemed Îbiş Miho û Remzî Bekir Nasan û li her yekî ji wan baca 150 teneke zeyt ferz kir, heta kiribin direktorên xwe vegerînin. Herwiha baca 100 teneke zeyt li Nezîr Şukrî Cafer û Ehmed Şukrî Cafer ferz kir, heger heta hefteyekê wê bacê nedin, dê dest deynin ser direktorên wa
Top