• Tuesday, 10 February 2026
logo

Çîn karwaneke hevkarî gehandine Kurdistanê

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Çîn karwaneke hevkarî gehandine Kurdistanê
di nava hevkariyan de amûrên bilez diyarkirina Koronayê jî hene
Îro karwaneke hevkariyên Komara Çînê bi rêya balefireke taybet gehêşte Hewlêra paytext.

Ev karwana han pêk hatiye ji amûrên diyarkirina bilez ya Koronayê û Çîn 1008 amûrên bilez diyarkirina Koronayê şandiye Kurdistanê.

Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê eşkere kiriye ku Komara Çînê berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistana dost û vê çend amûrên din yên nûjdarî bo Kurdistanê bişîne.

Konsulus herwiha eşkere kiriye ku di nava çend rojên din de vê tîmek ji nûjdarên pspor bo hevkarî kirina xelkê Kurdistanê digehêje Kurdistanê.

Top