• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hejmara qurbanîyên Koronayê li Birîtaniya zêde bû

Gulan Media March 24, 2020 Nûçe
Hejmara qurbanîyên Koronayê li Birîtaniya zêde bû
Mêdyayên Birîtaniya ragehandin, hejamra mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan gehiştîye 335 haletan.

Di evî bwarî de, Wezareta Tenduristîya wî welatî ragehandîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 54 haletên mirinê bi sedema wî derdî hatine tomarkirin.

Tekez jî kirîye, ew kesên ku heya niha tûşî wê wê Vayrosê bûne, hejmara wan digehe 5837 kesan.

Her evro desthelatdarên Birîtaniya ragehandibûn, ku hejmara rast a tûşbûyan û mirîyan bi sedema Koronayê li welatê wan gelek zêdetire ji wan amarên fermî yên dihêne ragehandin û belavkirin.

Amaje bi wê yekê jî dabû, heya niha kerta pizîşkî tenê pişkinînê bo wan kesan dike, ewên rewşa tenduristîya wan di metirsîyê de ye û di pergaleka hestîyar de ne.

Hikumeta wî welatî, rênimayîya hevwelatîyan jî kir, ku ewên çend nîşane yên sivikên wek Koronayê ji wan dîyar dibin; ji mal nederkevin û serdana nexweşxaneyê nekin.

K24
Top